'Li Îmraliyê êşkence dewam dike, em têkoşînê mezin bikin'
Înîsiyatîfa Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re ragihand ku 'cezayên dîsîplînê' yên li Rêber Apo hatine birîn dewama polîtîkayên êşkence û qirkirinê ye û ji bo mezinkirina têkoşînê bang kir.
Înîsiyatîfa Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re ragihand ku 'cezayên dîsîplînê' yên li Rêber Apo hatine birîn dewama polîtîkayên êşkence û qirkirinê ye û ji bo mezinkirina têkoşînê bang kir.
Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re diyar kir ku 'cezayên' dûrî hiqûqê yên li Îmraliyê têne ferzkirin, nîşaneya polîtîkaya tecrîda giran a li Îmraliyê ye.
Di daxuyaniya înîsiyatîfê de her wiha hate gotin: "Ji aliyekî ve îdiaya destpêkirina pêngava aştiyê û qonaxa diyalog û biratiya dîrokî ya Kurd û Tirkan dike, lê ji aliyê din ve û di heman demê de bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Şengalê bi balafirên bêmirov, balafirên şer û çekên giran, bombebaran dikeû binesaziya herêmên kurdî wêran dike, Kurdan bi terorê tawanbar dike û sizayên nû yên dîsîplînê li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike."
Înîsiyatîfê banga mezinkirina têkoşînê kir, di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Ocalan ku ketiye sala xwe ya duyemîn.
Înîsiyatîfa Sûriyeyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bang li sazî, rêxistin û meclîsên mafên mirovan ên cîhanî, navneteweyî û Ewropayê kir ku li hember hemû binpêkirinên hiqûqî û mafên mirovan ên dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan berpirsyariyên xwe pêk bînin.