Li Îdlîbê di şeran de nêzî 100 kes mirin
Li herêma Îdlîbê di navbera rejîma Sûriyeyê û çeteyên ku Enqere piştgiriyê dide wan şerekî giran rû da. Di nava du rojên dawîn de ji her du aliyan nêzî 100 kes mirin.
Li herêma Îdlîbê di navbera rejîma Sûriyeyê û çeteyên ku Enqere piştgiriyê dide wan şerekî giran rû da. Di nava du rojên dawîn de ji her du aliyan nêzî 100 kes mirin.
Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di nava du rojên dawîn de herî kêm 96 kes di şeran de mirine.
Ji meha Tebaxê ya ku agirbest hatibû îlankirin û heta niha, ev şerê herî dijwar e.
Mala Çavdêriyê diyar kir ku di 48 saetên dawîn de 51 endamên rejîmê û ji hember jî 45 kes mirine.
Îdlîb di bin kontrola Heyet Tahrîr El Şamê de ye ya ku Tirkiye piştgiriyê dide wan. Ev herêm û hin qadên li Helep, Hama û Lazkiyê ne di bin kontrola rejîmê de ye.
Ligel ku di 31’ê Tebaxê de agirbest hatibû îlankirin jî di hefteyên dawîn de gelek şer û bomberdûman tê kirin.