Leşkerên Tirk li ser sînorê ciwanekî din qetil kirin
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker, ciwanekî ji pêkhateya Ereb li gundê Eyn Dîwarê qetil kir.
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker, ciwanekî ji pêkhateya Ereb li gundê Eyn Dîwarê qetil kir.
Li gorî nûçeya ajansa ANHA'yê Yehya Dexîl (22) ku ji pêkhateya Ereb bû ku ji gundê Wanikê yê navçeya Dêrikê ye, hewl da ji Eyn Dîwarê bibe derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Lê belê li ser pira Bafidê leşkerên Tirk yekser gule lê reşandin û di cih de qetil kirin.
Şêniyên gundê Eyn Dîwarê cenazeyê Yehya Dexîlr rakirin nexweşxaneya Watanî.