Kurd: Dewlet Tirk çeteyan ji Libyayê heta bi Yemenê dişîne

Alîkarê Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd got dewlta Tirk herêmên ku dagir kiriye dixwaze bike weke Efrînê, bike navena çeteyan û çeteyan ji vir heta bi Libya û Yemenê dibe.

Alîkarê Hevserokê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Çiya Kurd derbarê êrîşa dawî ya li Efrînê got operasyoneke plankirî ye, dewleta Tirk naxwaze ku yek Kurd jî li herêmê bimîne. Kurd got dewleta Tirk dixwaze Efrînê weke Serêkaniyê û Girê Spî dixwaze veguherine navenda rêxistiniyê komên cîhadîst û terorîst, li wan deran ji wan re kapan çêdike, ji çar aliyên cîhanê kesan tîne, wan perwerde dike. Kurd got, ''Dixwaze wir bike weke Efganîstanê. Komên ku li wir perwerde dike, dibe rojhilatê Firatê, Libyayê, Yemenê û Ewropayê. Ji ber ku dewleta Tirk niha di ser van koman re siyasetê dike. Gefê li hemû welatan dixwe, bi şantajê dixwaze bandorê li welatan bike û berjewendiyên xwe bi cih bîne.''

Li ser rageşiya di navbeyna DYE û Rûsyayê de ku carinan li qadên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyê têne pêşberî hev got,''Ez bawer nakim rageşiya di navbeyna du hêzan de veguhere ser şerekî leşkerî. Di navbeyna wan de tifaqek heye. Her kes bi vê dizane, ji berê ve ji rojavayê Firatê Rûsya û ji Rojhilatê wê Emerîka berpirs e. Herdu aliyan jî ev gotine. Ya dî jî di navbeyna du hêzan de mekanîzmayeke hevpar heye (ji bo çareseriya pratîk ya pirsgirêkên di navbeyna du aliyan de). Dagirkirina Serêkaniyê di navbeyna van sê aliyan de; di navbeyna Rûsya, Tirkiyê û Emerîkayê de hate danîn. Herêm wê çawa were parvekirin, rola her kesî li herêmê çiye û alî wê çawa li herêmê bi cih bibin. Ev di navbeyna xwe de par ve kirine lê piştî şerê Serêkaniyê Rûsyayê xwes hebûna xwe ya li herêmê geş bike. Li ser Emerîkayê zext çêkir, xwest ku Emerîka roj bi roj bi paş ve gav bavêje û xwest cihê ku ji Emerîkayê vala mayî dagire.

Kurd bi berdewamî got Rûsya li ser vê rêyê dixwaze bi gelên herêmê re, bi eşîrÊn Ereb re, bi partiyên siyasî re li dijî Emerîkayê raya giştî ava bike û diyar kir, ''Ev siyaset ji hêla Rûsya, Îran û Şamê ve tê rêvebirin. Li dijî hebûna Emerîkayê û Koalîsyonê ya li herêmê dixwaze li nav civakê reformekê bike û bi zexta civakî Emerîkayê ji herêmê derxîne.''

Kurd li ser helwesta Rêveberiya Xweser got, ''Ji bo me ewlehî û aramiya herêmê girîng e. Em ji bo hemû êlên Kurd, Ereb, Sûryan, partiyên siyasî û ji bo her kesî dibêjin,'Bila kesek xwe nexe nav dubendiya van du hêzan.

Hesabên van du hêzan cuda ye. Divê kesek xwe nexe nav dubendiya van. Ji bo me ya girîng ew e ku em ewlehî û aramiya herêma xwe biparêzin. Divê em destkeftiyên berdest biparêzin. Em dixwazin gengeşiyên di navbeyna xwe û Şamê de bi rêya diyalogê û siyasî çaresr bikin. Em din navbeyna Rûsya-Emerîka, Îran-Emerîkayê de û welatên din de ne aliyê nakokiyên wna in. Ti menfeata me ji vê nîne. Em ê problemên xwe yên di navbeyna me û Şamê de bi rêya siyasî çareser bikin .Divê her kes destekê bide vê. Divê destekê bidin Rêveberiya Xweser û QSD'ê.  Bi vî rengî em problemên xwe çareser bikin û dahatuya herêmê biparêzin.''

Weke ku tê zanîn ji Idlibê çeteyên bi ser dewleta Tirk ve dişînin ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, Kurd derbarê vê got,''Bi çarçoweya planan nexasim li herêmên Kurdan (Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û hwd.) ev tevgera wan heye. Bi rengekî sîstematîk dixwazin ku herêmê ji Kurdan vala bikin, demografiya herêmê biguherînin.

Kurd, terora bi destê van komên çete yên bi kontrola Tirk ku li bajarên Kurd dikin got bêdengiyek mezin heye û ev bêdengî dibe sedema zêdebûna terorê. Kurd her wiha got, ''Em ji vê rasterast Rûsya û Emerîkayê berpirs dibînin. Rûsya ji Efrînê berpirs e. Bi peyma Rûsya û Tirkiyê Efrîn hate dagirkirin. Ji ber rûdanên li Serêkeniyê û Girê Spî Emerîka berpirs e. Bi lihevkirina bi Tirkiyê re ev herêm hate dagirkirin. Li dijî vê rewşê divê lêpirsîneke navnetewî dest pê bike. ''

Li ser teqîna li Efrînê ya 28'ê Nîsanê Kurd got armanca vê teqînê ew e ku herêmê ''çawa vala bikin'' û got,''Ji bo ku Kurdên li herêmê mane derxînin û gel bitirsînin ev teqîn hate kirin. Dewleta Tirk yek Kurdî li herêmê naxwaze. Bi hemû rêbazan dixwaze yên li herêmê mane bide revandin û wiha dest li ser mal û milkê wan deyne. Plana wan ev bû. Ji kirinên dewleta Tirk ên  li herêmên dagirkirî tê fêhmkirin ku dixwaze Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî bike navenda rêxistinkirina komên cîhadîst û terorîst. Li wan deran kampan ji bo wan çêdike, ji her alî cîhanê ve kesan tîne, wan perwerde dike hazir dike. Dixwaze bike weke Efganîstanê. El Qaîde çawa xwe li Efganîstanê rêxistin kiribe û li hemû cîhanê berbelav kiribe eynî tiştî Tirkiye jî dixwaze li herêmê bike. Tirkiye dixwaze komên ku li wir wan perwerde dike bibe rojhilatê Firatê, Libyayê, Yemenê, Ewropayê. Dewleta Tirk di ser van koman re siyasetê dike.''