Kongreya Starê dewleta Tirk şermezar kir

Kongreya Starê ya herêma Efrînê li Şehbayê kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê yên li dijî jinan şermezar kir.

Kongreya Star têkildarî kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê li dijî jinan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em Kongreya Starê ya Kantona Efrînê van êrîşên hovane û kiryarên bêexlaqî ya li ser gele me yê herêma Efrînê em şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin dewleta Tirk û çeteyên wê bi zorê gel didin koçberkirin, li herêmê bi demografiyê dilîzîn, li herêmê êşkence dikin, li talanê gel didin, diziye dikin, êşkence li gel dikin, mirovan direvînin, bi zorê zarokên keç didin zewicandin.

Kongreya Starê got ji êrîşa li ser jinê armanc ew e ku vîna jinê bişkînin.

Kongreya Star di daxuyaniya xwe de bang li rêxistin û saziyên mirovî yên navnetewî, li rêxistinên jinan kir ku li gorî briyara 1325’an Neteweyên Yekbûyî li ser van kirinên dewleta Tirk û çeteyên wan bisekinin.

Kongeya Starê her wiha bang li rêxistinên mafên zarokan jî kir derheqê tehdeya li zarokan û zewaca bi zorê ya zarokên keç lêpirsînê bidin destpêkirin.