Kongra Star: Divê ji dewleta Tirk hesab bê pirsîn

Kongra Star, der barê Ferhad Şiblî û 3 hevalên wî yên di êrîşa dewleta Tirk a li Kelarê de şehîd bibûn, daxuyaniyek da û xwest ji dewleta Tirk hesab bê pirsîn.

Di 17’ê Hezîranê de li navçeya Kelar a Silêmaniyê di encama bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a li ser wesayîtekê de Alîkarê Serokê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Şiblî û 3 hevalên wî şehîd bûn. Kongra Star, der barê Ferhad Şiblî û 3 hevalên wî yên di encama êrîşê de şehîd bibûn daxuyaniyek nivîskî weşand.

Kongra Star anî ziman ku roja 17`ê Hezîranê balafireke bêmirov a biçek a ‎dewleta Tirk li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdisatnê wesayîtek sivîl hedef girt, di encamê de ‎Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî û hevrêyên wî şehîd bûn.‎

Kongra Star destnîşan kirin ku ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk a dagirker sivîlan hedef ‎digire û got: “Cîhan li hember kiryarên dewleta Tirk li herêmê bê deng e.‎ Arman û hincetên derewe ku Mîsaqî Millî û Osmaniya têkçûyî ‎pêk bîne, her wiha projeya biratiya gelan û neteweya demokratîk bi bin bixe."‎

Bi domdarî Kongra Star bilêv kir ku dewleta Tirk li dijî sivîlan şer îlan kiriye û got: “Bi wê yekê hemû lihevkirin û peymanên navneteweyî û mirovî binpê dike. Dewleta ‎Tirk li dijî gelên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan û Ermen komkujiyan pêk tîne.“ ‎

Kongra Star di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî, hemû hêzên navneteweyî, rêxistinên ‎mirovî û hiqûqî kir ku bi erkên xwe yên qanûnî û exlaqî rabin, pêşî li sûcên dewleta Tirk a dagirker ‎bigirin û hesab ji her kesê destê xwe di hedefgirtina Ferhad Şiblî de heye, bixwazin.‎

Di dawiyê de bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê têkildarî ‎binpêkirina serweriya Başûrê Kurdistanê bi rêya balafirên bêmirov û hedefgirtina ‎kesayetên welatparêz ji aliyê dewleta Tirk ve, tavilê lêpirsînê veke û li gel Konseya Ewlehiyê gilî bike.