Koçber in, lê dilê wan ji bo Efrînê lê dide

Bi hêviyeke mezin û armanca vegera cih û warên xwe, koçberên Efrînê cih û derdora xwe bi şînatiyan xemilandine û cih û konên xwe yên koçberiyê kirine mîna gulistanê.

Navê Efrînê li gorî hin zimanzanan ji afirîneriyê hatiye û em dizanin ku xelkê wê yên resen xwedî rih û asoyekî afirîner e.

Xelkê Efrînê bi çandiniyê li çar aliyên Kurdistanê û Sûriyê navdar e, bi taybet bi zeytûnên xwe gelek bi nav û deng e. Bi milyonan darên zeytûnan li Efrînê hene, li Efrînê mirov li ku derê dinêre darên zeytûnan xuya dikin.

Li herêmê ji destpêka serdema niştecihbûna mirovahiyê û heya roja îro hezkirina çandinî û xwezayê di navbera nifşan de weke çandekî sereke û pîroz hatiye veguhestin. Çandinî ji bo debar û pêşxistina aboriyê xelkê Efrînê weke stûneke bingehîn tê qebûlkirin. Ji ber vê yekê li Efrînê gelek rê û rêbaz û makanîzmeyên cuda û pêşketî ji bo çandiyê ji aliyê xelkê herêmê ve hatine pêşxistin. Heya beriya dagirkirina bajêr jî her sal çandinî û vejetasyona Efrînê dihat parastin û pêşxistin. Hezkirina bêsînor ya di navbera welatiyên Efrînê û xwezayê de, bûye sedem ku ji aliyê rewşebîrên Efrînî ve gelek helbest, nivîs û roman li ser çandinî, bi taybet jî çandiniya zeytûnan werin nivîsandin.

Bi destpêka êrîşên dewleta Tirk a li ser herêma Efrînê ku di 20'ê Çileya 2018'an de destpê kir û Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê hate dagirkirin. Hema bêje hemû xelkê Efrînê bi darê zorê hatin koçberkirin û xelk neçar ma ku berê xwe bide herêmên din ên Sûriyeyê. Di encama vê dagirkeriyê de bi sedhezeran çîrokên hezkirinê yên di navbera xelkê Efrînê û darên zeytûnê de qut bû. Li gorî xelkê Efrînê çandina daran bi taybet darên zeytûnê tê wateya xwedîkirina zarokan.  Ji ber vê nêzîkbûn û hezkirinê jî xelkê Efrînê weke zarokên xwe xwedî li daran derdikevin û xizmeta wan dikin. Mirov û darên zeytûnan bi hev re mezin dibin û  kalemêr an jî pîrejinên Efrînî darên zeytûnan weke zarokên xwe dibînin. Ji ber vê yekê koçberbûna xelkê Efrînê êşeke mezin li cem wan peyda kir.  

Herêma Şehbayê ku navê wê ji Şah û Ba’yê tê û bi bayê xwe yê xurt navdar e û bi sedhezaran Efrîniyên koçber lê dimînin xwedî erdekî dewlemend e ji bo çandiniyê û gelek cure kel û pel lê tên çandin lê dîsa jî li cem xelkê Efrînê Şehba weke çolistan dihat dîtin. Du sedemên vê yekê nehe yek jê berîya rizgarkirina Şehbayê ji aliyên Hêzên QSD'ê, YPG'ê û YPJ'ê ve di sala 2016'an de, çeteyên DAIŞ'ê  yên girêdayî dewleta Tirk şewitandina erd e û ji ber vê hemû dar û berên li Şehbayê hişk bûn.  Sedema din jî  ji ber ku li Şehbayê zêdetir çandniya genim û cehî tê kirin û li şûna şînkatiya darên zeytûnan zevî weke çolistanekê xuya dikin.  Ji ber vê yekê bi koçberên xelkê Efrînê yên li Şehbayê  dar û şînkahî çandin û xwestin derdora xwe bi şînatiyê bixemlînin. Li  kampên li Şehbayê li pêşiya her konekî herî kêm darek an jî baxçeyek biçûk hatiye çandin.

Piştî ku bi sedhezaran xelkê Efrînê berê xwe dan Şehbayê, 5 Kamp li Şehbayê ava bûn û bi dehhezaran koçberên Efrînê di van konan  de bi cih bûne. Di van kampan de bi hezaran kon hatine vedan. Ji bo her malbatekê konekî ku  dirêjahiya wê 6 metre,  firehiya wê 4 metre û bilindahiya wê 2 metre ye, hatine vedan lê belê  jiyana di van konan de gelekî zehmet e. Ji bo her malbetekî koçber, li pêşiya konan çandina daran bûye berpirsiyariyek.  Bi demê re ew şînkahî bûn baxçe û hêdî û hêdî dar jî mezin dibin.  Di gel ku herêma Şehbayê di rewşeke dorpêçkirî û gelekî zehmet de ye hemû derfetên jiyanê  tên qut kirin.  Yek ji van zehmetiyan jî nebûna avê ye.  Ji bo xelkê Efrînê avdana wan baxçeyan û dar û kulîkan erkeke serkeke ye ku ew mezin bibin û mafê jiyanê bidin wan şînatiyan.  Ger mirov niha li Kampan dinêre, tişta ku bala mirovan dikşîne ew e ku gelê Efrînê ne tenê hezkiriyê xwezayê ne, aşiqê jiyanê ne jî dixwazin tim li derdora wan şînkahî û dar û berin hebin.

Weke tê zanîn herêma Şehbayê li aliyê bakur di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên de ye û li aliyê başûr jî Hikumeta Şamê heye. Wan 6 sal in herêma Şehba xistine di bin dorpêçeke giran de û  hemû derfetên jiyanê lê qut kirine. Xelkê Efrînê yên ku niha li Şehbayê koçber in ji çandina dar û beran û bi taybet baxçeyan hem ji aliyekê sebra xwe tînin heya vegera Efrînê hem jî ji bo pêwîstiyên xwe yên jiyanî sûd jê werdigirin. Bi saya vê yekê re sebzeyên xwe ji şûkê bi nirxekî biha nakirin û piraniya zehmetiyên xelkê Efrînê yên koçber  ku ji ber dorpêçê dijîn,  kêm dibe û bi awayekî tendurist sebezeyên xwe dixwin û li hemberî vê dorpêçkirinê tekoşîna xwe didomînin.

Ji ber şerê giran ê ku li herêma Şehbayê û erdheja 6'ê Sibatê piraniya malên li Şehbayê yan hatine ruxandin yan jî li ber ruxandinê ne. Lê dîsa jî bi neçarî koçberên Efrînê di wan malan de bi cih bûne. Şînkahiyên ku di wan malan de hatine çandin ji ya kampan ne kêmtir e. Bi dar û şînkahiyê malên xatine rûxandin yan jî yên hilweşiyayî hatine  xemilandin. Mirov dikare bibêje rih dane wan cihên ruxandî.  Li ser wê esasê koçberên Efrînê yên ku niha li Şehbayê  di nava şert û mercên koçberiyê yên herî zehmet de dijîn, tenê ji bo armancekê mane ew jî biserbilindî vegera cih û warên xwe ye. Tevî dorpêça Hikûmeta Şamê ya ku ev 6 sal in bê navber li ser gelê herêmê û xelkê koçber tê ferzkirin jî  xelkê li Şehbayê her tim bi israrkeke mezin û bê dudidlî diyar dikin ku serê xwe ne ji Tirkiyê re û ne jî ji Hikumeta Sûriyê re natewînin.  Ew jî dizanin ku wê tenê berxwedan wan, wan bigihîne armanca wan.