KCK: Dewleta Tirk û şirîkê wê PDK qetlîama li Bamernê kirine

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bal kişand ser qetlîamên dewleta Tirk û PDK’ê got “Em bang li hêzên siyasî û gel dikin ku, bila bi xurtî rabin ser xwe.”

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê derbarê êrişên dagirker ên dewleta Tirk û qetlîamên li ser sivîlan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin li bajaroka Bamernê ya Amêdiyê zarok û sivîl hatine qetilkirin û bal hate kişandin ser vî tiştî ku kujer artêşa Tirk û PDK ye. KCK’ê bang li gel û hêzên siyasî kir ku bila li hemberî qetlîaman rabin ser xwe.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dewleta Tirk di 26’ê Gulanê de li bajaroka Bamernê ya Amêdiyê careke din Kurdên li ser axa xwe çûbûn seyranê bomberdûman kir. 2 jê zarok 3 mirovên me hatine qetilkirin. Em careke din diyar dikin ji bo bîranîna zarokên ku hatine qetilkirin em ê Kurdistaneke azad a ku ji îxanet û dagirkeriyê hatiye rizgarkirin ava bikin. Em sersaxiyê ji malbat û gelê Kurd re dixwazin. Em qetlîamê bi nefret şermezar dikin. Ev qetlîam li pêşberî kamerayan di weşana zindî de hate kirin û ji xeynî gelê Behdînanê hê tu aliyan şermezar nekirine û helwesteke xurt nîşan nedane. Berevajî wê hikumeta Başûrê Kurdistanê û parlementoya wê û aktorên polîtîk wekî ku kesên hatine qetilkirin ne hemwelatiyên wan in, bêdeng in. Dewlet û hikumeta Iraqê, sazî û aktorên wê yên siyasî jî heta niha daxuyaniyeke hêja nedane. Bi tenê PDK dengê xwe bilind dike, ew jî dixwaze ser sûcê Tirkiyeyê bigire û vî sûcî têxe stûyê Hêzên Parastina Gel. Wekî nîşaneyeke psîkolojiya nokerî û sûcdariyê, bi awayekî zelal dixwaze ser qetlîama ku li ber kamerayan ji aliyê dewleta Tirk hatiye kirin, bigire. HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk qetlîam kiriye û tu eleqeya wan tune. Artêşa Tirk û şirîkê wê PDK ev qetlîam kirine.”

BI PIŞTGIRIYA DEWLET Û NATOYÊ TÊN QETILKIRIN

Dijminatiya dîrokî ya ku dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd dike, înkar, îmha, asîmîlasyon, sirgun, qirkirin û qetlîam e û ev polîtîka her dem hatiye kirin. Dewleta Tirk di qetlîam û qirkirinê de piştgiriya hêzên polîtîk ên welatên rojava û dewletên ku li herêmê polîtîkayê dike, werdigire. Di qetlîaman de her dem destûr, bêdengî û alîkariya teknîk a saziyên navneteweyî her dem çêbûye. Di serê van saziyan de jî NATO heye. Dewleta Tirk ji kêlîka bûye endam, NATO ji bo melisandina bi şîddet a ji bo têkbirina têkoşîna berxwedan û azadiyê ya gelê Kurd bi kar aniye. NATO ne ku bi tenê hatiye bikaranîn, di heman demê de NATO’yê bi awayekî çalak jî piştgirî daye Tirkiyeyê. Ev piştgirî gelek caran wekî perwerdehî, teknîk, îstîxbarat û çek bûye û carinan jî di warê polîtîk û dîplomatîk de destûra dagirkerî û qetlîamê hatiye dayîn. Di rijandina xwîna gelê Kurd û qetilkirina wê de û di warê qirkirina gelê Kurd de, berpirsyariya NATO’yê heye. Ev rewş îro jî wekî piştgiriya ji bo faşîzma Erdogan û Bahçelî jî didome. Dema ku li Bamernê zarok û mirovên me bi hovane hatin qetilkirin jî berpirsyariya wan heye.

BEŞEKE DIN ÊN TÊN BIKARANÎN XIYANETKAR IN

Beşeke din a ku dewleta Tirk jê sûd wergirtiye û di siyaseta xwe ya qirkirin û qetlîamên Kurdan de bikar aniye, Kurdên xayîn û hevkar in. Îro aktorê siyasî yê herî çalak ê vê xiyanetê PDK’ê ye. Li ser esasê derewan hemû aliyên kuştinê, propagandaya leşkerî, siyasî, dîplomatîk û şerê taybet girtiye ser xwe û bi awayekî aktîf rol dilîze. Ew qirkirina Kurd û welatparêzên ji bo azadiyê têdikoşîn, weke temînata parastina xanedana xwe dibîne. Hestê ku eger Kurdên azad û welatparêz bi ser bikevin dê xanedana xwe winda bikin, ji ber vê tunekirina hemû destkeftiyên Kurdan û qirkirina Kurdan ji xwe re kirine erk. Bi vê rola ku girtiye, di dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê de rola pêşeng girtiye û hewl dide dagirkeriyê rewa bike. Dewleta Tirk komkujî û êrîşên qirkirinê kiriye polîtîkaya hebûna xwe.

‘DIVÊ EM LI DIJÎ KEMÎNA PDK’Ê HIŞYAR BIN’

PDK di her warî de asê maye û îzole bûye, ji bo veşartina sûcê hevkariyê her tim li şirîkan digere. KDP’ê li Başûrê Kurdistanê xiyanetê vediguherîne şêwazeke siyasî, planên nû çêdike ku derdorên din ên Kurd jî bike nava vî sûcê îxanetê. Bi şev dema ku dewleta Tirk li zarokan dixistin, dixwestin wan kiryaran biavêjin ser HPG’ê, li herêma Kanî Masî bi hêzên Wezareta Pêşmergeyan vê carê tevî leşkerên Tirk xwestin êrîşî qadên gerîlayan bikin. Em bang li hemû derdorên peywendîdar bi taybetî Wezîrê Pêşmerge û hinek berpirsên wî yên ku haya wan ji vê bûyerê nebûye dikin, ku nebin beşek ji vê lîstikê û hestiyar bin li hember pîlan û xefikên PDK’ê. Nexwe ew bi xwe jî dê bibin şirîkê xiyanetê.

‘EM BANG DIKIN KU RABIN SER XWE

Bi hezaran gelê me yên li Silêmanî, Mexmûr, Şengal, Behdînan û Rojava ji ber bomberdûmanên dewleta Tirk, êrîşên balafirên bê mirov ên bi çek û sûîqestê tên qetilkirin. Dewleta Tirk li ser gelê Kurd terorê dimeşîne, qirkirina siyasî û zarokan qetil dike. Em careke din bang li saziyên navneteweyî, dewleta Iraqê, hêzên siyasî yên welatparêz ên Başûrê Kurdistanê û gelê xwe dikin ku li dijî van komkujiyan bibin xwedî helwest û rabin ser xwe. Em bang li rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê û gelê Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî gelê Behdînan dikin ku li dijî qetlîam û dagirkeran bi berxwedan û çalakiyan bikevin nava liv û tevgerê. Em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe yên li Kurdistan û derveyî welat dikin ku bi bandortir û çalaktir li ber xwe bidin. Kurdistan di bin fermana şehîdan de wê azad bibe, qirkir, kujer û hevkarên wê dê winda bikin.”