Kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê - I -

Li 17 Kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 hezar û 885 malbat dijîn. Ji ber şert û mercên giran ên avhewayê yên di mehên zivistanê de pêwîstiya 145 hezar û 239 kesên li kampan dijîn hîn zêdetir dibe.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide ji bo kesên ku li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn xizmetên xwarin, stargeh, tenduristî û perwerdeyê bîne cih. Sazî û rêxistinên alîkarî yên mirovî têra xwe piştgiriyê nadin kampên li herêmê. Ev rewş dibe sedem ku penaber zêdetir zehmetiyan bibînin.

Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a sala 2018’an li dijî Efrînê, zêdeyî 400 hezar şêniyên Efrînê neçar man û bajarê xwe terikandin û li herêmên derdorê bi cih bûn. Koçberên ku li navçeyên Şehba û Efrînê bi cih bûne hê jî rastî êrîşên dewleta Tirk tên. Dewleta Tirk di 9’ê Cotmeha 2019’an de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke nû ya dagirkeriyê da destpêkirin. Ji ber êrîşan nêzî 500 hezar sivîlên ji Serêkaniyê, Girê Spî, Til Temir û Zirganê neçar man cih û warên xwe biterikînin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê digel bi dehan kampên biçûk 17 kampên mezin ên penaberan jî hene.

KAMPÊN LI CIZÎRÊ

Koçber û penaber herî zêde li Cizîrê hene. Li herêmê 6 kamp hene, 2 kamp ji wan ên malbatên DAÎŞ’ê ne.

Kampa Hol: Kampa Holê ya 45 km dûrî  rojhilatê Hesekê ye, ji aliyê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) di sala 1991’an de hatiye avakirin. Kampa ku ji bo penaberên Iraqî yên ji Şerê Korfezê reviyane dihat bikaranîn, di encama destwerdana Amerîkayê ya li Iraqê di sala 2003’an de careke din hat bikaranîn. Bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê re çeteyên DAÎŞ'ê ew der dagir kirin û weke navendekê bi kar anîn. Kampa ku di Cotmeha 2015'an de ji aliyê QSD'ê ve hat rizgarkirin, ji wê demê ve di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye. Kampa Holê weke kampa herî talûkedar a herêmê tê naskirin, ji ber ku malbatên çeteyên DAÎŞ'ê jî lê dijîn. Kampa ku ji navçeya Hola ku lê ye mezintir e 45 hezar 402 kes (12 hezar 700 malbat) hene.

Kampa Roj: Kampa Roj a li bajarê Dêrikê ji bo malbatên çeteyên DAÎŞ’ê di 24’ê Hezîrana 2015’an de hat avakirin. Di kampê de Iraqî û Sûriyeyî jî hene ku piraniya wan ji welatên Ewropayê ne. Di kampê de 2 hezar û 605 kes (820 malbat) hene.

Kampa Waşokanî: Kampa li Hesekê ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ji bo şêniyên Serêkaniyê yên ku piştî dagirkeriya dewleta Tirk a li Serêkaniyê di Cotmeha 2019’an de neçar man malên xwe biterikînin hate avakirin. Koçberên ji Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê li kampê dijîn. Kampa ku ji sê beşan pêk tê, 16 hezar û 730 kes (2 hezar û 361 malbat) di nav xwe de dihewîne.

* Kampa Serêkaniyê: Kampa Serêkaniyê ya li rojhilatê Hesekê ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve di Tebaxa 2020’an de ji bo şêniyên Serêkaniyê yên ku ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li dibistanên Hesekê bi cih bûne, hat avakirin. 15 hezar û 583 kes (2 hezar û 576 malbat) li kampê dimînin.

* Kampa Newrozê: Kampa Newrozê ya li bajarê Dêrikê ji bo şêniyên Şengalê yên di sala 2014’an de ji komkujiya DAIŞ’ê rizgar bûn, hat avakirin. Piştî ku gelek şêniyên Şengalê vegeriyan warên xwe, gelê Serêkaniyê û Girê Spî li kampê hatin bicihkirin. Di kampê de 5 hezar û 366 kes (1020 malbat) dijîn.

* Kampa Erîşa: Li Kampa Erîşa ku kampeke kevin e, koçberên ku ji herêmên di bin kontrola rejîma Sûriyê de reviyane jî hene ku piraniya wan ji Dêrezorê ne. 12 hezar û 984 kes (2 hezar û 682 malbat) li kampê dimînin.

TEBQA

* Kampa El Mehmudlî: Ji bo koçberên ku ji herêmên Heleb, Hama, Hums û Dêrezorê yên di bin serweriya rêjîma Sûriyeyê de direvin hate avakirin. 9 hezar û 99 kes (1780 malbat) li kampê dimînin.

* El Tiwêhna: 4 hezar û 350 kes (870 malbat) lê dimînin.

MINBIC

* Kampa Kevin ya Rojhilatê Minbicê: Yên ku ji herêmên di bin kontrola rejîmê de, li rojhilatê Helebê koçber bûne, dimînin. Li kampê 2 hezar û 170 kes (408 malbat) dijîn.

* Kampa Minbicê ya Nû ya Rojhilat: Koçberên ji Helebê û derdora wê dimînin. Di kampê de 4 hezar û 755 kes (710 malbat) tên bicihkirin.

REQA

* Kampa Girê Spî (Kampa Til Semîn): Ji bo kesên ku ji Girê Spî û gundên wê ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di Mijdara 2019’an de hatine, hat avakirin. 6 hezar û 886 kes (1282 malbat) li kampê dimînin.

DÊRAZOR

* Kampa Ebû Xeşeb: 10 hezar û 510 kes (1918 malbat) li kampa ku xelkê Dêrezorê ku ji herêmên di bin kontrola Sûriyê de reviyane, dimînin.

KAMPÊN LI ŞEHBAYÊ

Di sala 2018’an de ji ber dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve zêdeyî 400 hezar sivîl neçar man malên xwe biterikînin û koçber bûn. Li Şehba û 5 kampên (Kampên Efrîn, Veger, Serdem, Berxwedan û Şehba) yên navçeya Şerêwa ya Efrînê, piraniya şêniyên Efrînê yên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar mane koçber bûne, dimînin.

* Kampa Veger: 515 kes (103 malbat) dijîn.

* Kampa Şehba: 485 kes (97 malbat) dijîn.

* Kampa Serdem: 3 hezar û 760 kes (752 malbat) dijîn.

* Kampa Berxwedan: 3 hezar û 425 kes (685 malbat) dijîn.

* Kampa Efrînê: 605 kes (121 malbat) dijîn.

Wê bidome…