Jiyan û têkoşîna Heznayê

Ji ber ku di rojeke xemgîn de ji dayik bû, navê wê bû Hezna. Bi çîrokên kalê xwe mezin bû. Di Şoreşa Rojava de metik, bira û hevserê wê şehîd bûn. Ji bo xwedîderketina li şehîdan û serxistina armancên şoreşê têkoşîna xwe dewam dike.

Hezna Temo li gundê Şelal ê Girkê Legê di sala 1991'ê de ji dayik bû. Li nava malbata ji 5 bira û 3 xwişkan zaroka duyemîn e. Dayika wê Hediye Mihemed ji ber ku hevserê wê Behrem Temo ji aliyê rejîma Baasê ve bi hinceta ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de têkoşiyan 5 salan di zindanê de hişt, bi tena serê xwe 9 zarok mezin kir. Hezna jî ji bo alîkariyê bi dayika xwe re bike di pola 7'an de dest ji dibistanê berda. Hezna qala dema zarokatiya xwe kir: "Ez çiqasî qala keda dayika xwe bikim kêm e. Bavê min li zindanê bû, dayika min em mezin kir. Ji bo alîkariyê bidim dayika xwe min dest ji xwendinê berda. Bi xwişka xwe ya mezin re min dest bi kar kir û piştgirî da dayika xwe."

Hezna ku ji malbata Temo ya welatparêz e, di sala 1991'ê de dema ku ji dayik bû, kalê wê Ebdo Temo piştî du rojan şehîd bû. Ji ber ku di atmosfereke xemgÎn de ji dayik bû, bavê wê navê Hezna lê kir. Çîroka têkoşînê ya Hezna bi şehadeta kalkê wê destpê kir. Ebdo Temo ku di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de weke Cesûr dihate naskirin, tevî 7 hevalên xwe şehîd bû. Hezna bi vî rengî qala kalkê xwe kir: "Kalkê min kûryetî dikir. Rojekê tevî 7 hevalên xwe dema derbasî Bakurê Kurdistanê bû di kemînekê de şehîd bû. Mirovekî kedkar bû. Bê rawestan kar kiribû. Dema pêwîstî pê hebû broşur belav dikir, carna jî civîn lidar dixist. Lewma ji bo wî karekî biçûk an jî mezin tune bû. Her gaveke wî xizmet ji azadiyê re kir."

GERÎLA JI NÊZ VE NAS KIR

Hezna hîn biçûk bû têkoşîna PKK'ê û şoreşger nas kir, Kurdî jî ji şoreşgerên PKK'yî hîn bû. Hezna ku her kêliya jiyana wê têkoşîn û berxwedan bû, qala wê demê kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir: "Ne şaş bim 5 an jî 6 salî bûm. Heval timî dihatin mala me. Dersên perwerdeya Kurdî didan. Qala gerîlayên li çiyê dikirin. Diyar dikirin ku gerîla li çiyê di nava şert û mercên giran de ji bo gelê xwe şer dikin, berdêlan didin. Dema mezin bûm jî heval timî dihatin mala me. Wêneyê Rêbertî li mala me daliqandî bû, pirtûkên wî hebûn. Bi hevalan mezin bûm, li ber destê wan mezin bûm."

Malbata Temo di têkoşîna Şoreşa Rojava de jî li pêş bû. Ferdên malbatê hemû tevlî Şoreşa Rojava bûn. Hezna jî destpêkê beşdarî karê komunê bû. Birayê wê Mîtan Temo jî beşdarî nava YPG'ê bû. Navê xwe jî kir Mîtan Qehreman. Di sala 2017'an de li Reqayê şehîd bû. Hezna qala birayê xwe Mîtan kir: "Mîtan li Reqayê dema çû gel hevalên xwe, li nêzî mala ku lê diman çeteyên DAÎŞ'ê wesayitek teqand, di encamê de şehîd bû. Şehîd Mîtan zewicî bû, eger sax bûya wê niha zaroka xwe hembêz bikira. Hevsera wî ducanî bû, lê belê Mîtan beriya ku zaroka xwe bibîne, şehîd bû. Keça Mîtan navê navê xwe hilda û ji dayik bû. Ji xwişk û bira wêdetir em weke du hevalan bûn. Ji ber ku piştî min ji dayik bû, têkiliya navbera me hîn xurt bû."

HEVSERÊ WÊ DIÇE ENIYA ŞER

Hezna di sala 2013'an de bi Nezîr Mihemed (Cûdî Ocelan) re dizewice. Hîn di roja 8'an a zewaca xwe de hevserê wê şehîd Cûdî û ew dûrî hev ketin, ji ber ku şer destpê kir. Hezna qala têkiliya xwe ya bi Cûdî re kir, "Şehîd Cûdî navê şehîdekî li xwe kiribû. Li ser wasiyeta şehîd Nezîr ku yek ji 7 hevalên bi kalkê min re şehîd bû, navê Nezîr li Cûdî tê kirin. Me ji hev hez kir û bi hev re zewicîn. Cûdî beriya Şoreşa Rojava li Şamê dima. Di pêvajoya Şoreşa Rojava de vegeriya Rojava. Hîn YPG ava nebû bû, tevlî YXK'ê bû.

Piştî zewacê li gorî irf û adetan di roja 8'an de hevserên dizewicin diçin gel malbata xwe. Di ser zewaca me re jî 8 roj derbas bûbûn, em çûbûn serdana malbatên xwe. Telefonek hat û Cûdî çû. Nêzî 10 rojan min nekarî agahiyê ji Cûdî werbigirim. Şer destpê kiribû, tevî hevalên xwe çûbû. Rojekê min dît ku di televîzyonê de diaxive. Tenê min kir qîrînî, wekî din tiştek nayê bîra min. Dilê min aram bûbû ku min dît Cûdî sax e. Piştî demekê hat malê. Em nû zewicî bûn, lê belê Cûdî çûbû. Min jê re got ku neçe, lê wî got, 'Hevrêyên min li eniyê şer dikin, ewqas hevrê şehîd bûn, ez çawa karim li gel te rûnêm'. Piştî vê axaftinê ez bêdeng mabûm. Me xatir ji hev xwest û ji nû ve li eniyê vegeriya.

Rojekê dema li malê bûm, jina birayê min hat, di nava panîkê de bû. Min dest bi girî kir, piştre min fêhm kir ku Cûdî birîndar bûye. Negotin ku ji serê xwe giran birîndar bûye. Tenê gotin ji lingê xwe birîndar e û rewşa wî baş e. Ez ketim nava gumanan lê dîsa jî dilê min rehet bûbû û min got, wê karibe vegere malê. Ji bo karibim Cûdî bibînim ez birin odeya lê dima. Ez matmayî mam, ji serê xwe birîndar bû, ne li ser hişê xwe bû. Kêm caran dihate ser hişê xwe. Ji bîra min naçe, digot 'Ez ê biçim şer, em ê ji bo Rêber Apo canê xwe feda bikin', bi wî halê xwe ku ne li ser hişê xwe bû. Mehekê li nexweşxaneyê ma. Piştre ji nexweşxaneyê derket. Birîna wî gelekî giran bû, rîsk hîn jî dewam dikir. Rojekê em li malê bûn, bi carekê nebaş bû. Me ew rakir nexweşxaneyê. Ne li ser hişê xwe bû, nikarîbû biaxiviya. Li ber serê wî rûniştî bûm. Ji işaretên wî min fêhm dikir bê dixwaze çi bibêje. Xwest ku biçim razêm. Çûm odeya bêhndanê. 5 deqe derbas bûn. Mîna ku di guhê min de bibêje Cûdî diçe, çûm odeya wî. Min bi destê wî girt. Bi wî rengî li çavên wî nihêrîm û li Nexweşxaneya Dêrikê şehîd bû."

BI BIRYAR E KU LI SER RÊYA ŞEHÎDAN BIMEŞE

Hezna di merasîma hevrêyê xwe şehîd Cûdî de got, "Cûdî kulîlkek bû, Cûdî diyarî Rêber Apo dikim" û bi vê gotinê xatir ji hevserê xwe şehîd Cûdî xwest. Metka Hezna Xanim Temo-Zîlan Botan (2015) li Çilaxayê şehîd bû. Hezna hîn jî ala têkoşînê ya kalkê xwe Ebdo Temo, birayê xwe Mîtan Qehreman, hevserê xwe Cûdî Ocelan û metka xwe Xanim Temo li ba dide.

Li Bakkur-Rojhilatê Sûriyeyê mîna Hezna bi sedan hevserên şehîdan hene. Biryardariya Hezna û sekna wê ya xurt ji jinan re dibe çavkaniya hêzê. Hezna ku li ser rêya şehîdan dimeşe, mîrateya şehîdan, armanca şoreşê bi têkoşîna li saziyên şoreşê bi rengekî çalak dewam dike.