Jinên Reqayê dewleta Tirk û çeteyên wan protesto kirin

Jinên Reqayê, dewleta Tirk û çeteyên wan protesto kirin û diyar kirin ku bêdengbûn jî hevkarî ye.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan binpêkirinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Çeteyên ku sivîlan dike hedef, di serî de li Efrînê û li gelek cihên dibin dagirkeriya wan de hemû êrîşên qirêj dikin.

Jinên Reqayê yên di derbarê sûcên li Efrînê tên kirin de daxuyanî dayîn, da diyarkirin ku bêdengbûna raya giştî ya navnetewî hevkariya sûcan e.

‘YÊN BÊDENG BIMÎNIN JÎ HEVKARÊN SÛCAN E’

Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Jin a Reqayê Sewsen Hico ve hate xwendin. Sewsena ku sûcên çeteyan rêz kirî, sûcên li dijî jinên Efrînê tê pêkanîn bi şêweyek tund şermezar kir. Hico ya ku bang li raya giştî ya navnetewî kirî got, got pêwîst her kes xwe berpirs bibîne.

Hico bal kişand ser vî tiştî ku pêwîst e dewleta Tirk û çeteyên wan bên rawestandin, raya giştî ya navnetewî jî ji ber ku dest çeteyan nade, ew jî sûcan dike.