Jinên ji Efrîn û Qamişloyê: Em bi gerîla re ne

Jinên ji herêmên Efrîn û Qamişloyê gotin, "Em li pey gerîla ne û eger bê xwestin em ê jî şer bikin. Ji ber ku eger gerîla nebe, çar parçeyên Kurdistanê jî nîne."

Jinên ji Efrîn û Qamişloyê li ber hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re rabûn û destnîşan kirin ku divê PDK dest ji berjewendiyên malbatî û xiyanetê berde.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê ya li Şehbayê Hêvî Silêman li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker wiha axivî:

"Êrişên ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dimeşîne li dijî exlaqê û pîvanên mirovahiyê ye. Heman êriş li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî têne kirin. Şerê tê kirin şerê hebûn û tunebûnê ye. Siyaseta qirkirin û tunekirinê li hemberî gelê Kurd û gelên herêmê tê meşandin."

Hêvî Silêman anî ziman ku bi rêya girankirina tecrîdê û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerekî giran li dijî civaka ku bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kiriye tê meşandin.

Hêvî Silêman diayr kir ku dewleta Tirk bi armancên Osmaniya Nû tevdigere, lê belê hem bi têkoşîna gerîla hem jî bi berxwedana li çar parçeyên Kurdistanê pêşî li van armancan tê girtin û çareseriyeke bingehîn ji bo pirsgirêkan tê afirandin.

Wedha Wanikî ya ji bajarê Qamişloyê jî êrişên dewleta Tirk şermezar kir û got, "Zêdeyî 40 sal in şer tê kirin. Dijminê Kurdan careke din êriş dikin. Lê belê vê carê PDK'ê hîn bêhtir cihê xwe di nava van êrişan de girtiye. Her carê veşartî alîkarî bi dewleta Tirk re dikir, lê vê carê bi şêwazekî eşkere alîkariyê dide. Ev hevkariya bi dagirkeran re gihîştiye wê astê ku balafir ji Başûrê Kurdistanê rabin û li gerîla bixin. Em li pey gerîla ne û eger bê xwestin em ê jî şer bikin. Ji ber ku eger gerîla nebe, çar parçeyên Kurdistanê jî nîne."

Wedha Wanikî bi bîr xist ku dewleta Tirk gelek caran di êrişên xwe de têk çû û destnîşan kir ku vê carê jî wê li hemberî gerîla têk biçe.

Di dawiya axaftina xwe de Wedha Wanikî ragihand ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, gel azad nabe û bang li malbata Barzanî jî kir ku dest ji rêya li ser e berde û ji xiyanetê vegere, dest ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde.