Jinên Hesekê li dijî dewleta Tirk daketin kolanan

Jinan li Hesekê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin û nameyek pêşkêşî navenda Koalîsyonê kirin.

Bi armanca şermezarkirina pêkanîna sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di serî de jinan dikin hedef, Kongreya Star li pêşiya navenda Koalîsyona Navdewletî ya li bajarê Hesekê protesto kir.

Jinan gelek pankartên, alên Kongreya Star û wêneyên şehîdên gundê Helincê rakirin.

Li pêşiya navendê endamên Kongreya Star şandeyek ji 6 kesan ava kir da ku xwestekên wan bi cih bînin, çareseriyê ji sûcên dewleta Tirk û hedefgirtina jinan re bibînin, muzakereyê pêşkêşî Koalîsyona Navdewletî kir.

Piştî muzakere pêşkêş kir, endama Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Başo daxuyanî xwend û diyar kir ku rejîma Tirkiyê li dijî gelên serhildêr ên ku ji bo azadiya xwe û garantiya hebûna xwe li ber xwe didin, sûcekî li pey sûcekî pêk tîne û got, “Di 23yê Hezîrana 2020`an jî li dijî jinên sivîl Um Emîna Weysî û2 endamên Kongreya Star Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl ên li gundê Helincê yê bajarê Kobanê komkujî pêk anî. Zehra Berkel û Hebûn di qada parastina mafên jinan de çalakger bûn û armanca wan a sereke avakirina civaka azad û demokratîk bû ku tê de wekhevî û edalet peyda bibe.”

Evîn Başo di dawiya daxuyaniyê de îşaret bi detayên şehadeta her 3 şehîdên ya li gundê Helincê yê Kobanê û hemû sûcên li dijî jinên Sûriyê kir, di dawiyê de bang li hemû jin û tevgerên mirovahiyê kir ku li dijî komkujiyên li ser jinan, helwesta xwe diyar bikin.