Jinên Efrînî rêxistiniya xwe bi perwerdeyê xurt dikin

Jinên ciwan ên Efrînê ji bo ku têkoşîna xwe bilindtir bikin û berxwedana li dijî dagirkeriyê geş bikin, giraniyê didin ser perwerdeyê.

Jinên Efrînî yên li herêma Şehbayê rêxistiniya xwe xurt dikin. Di vê çarçoveyê de bi beşdariya 17 jin ên ciwan di 1'ê Hezîranê de dewreyeke perwerdeyê dest pê kir. Beşdar du hefteyan bi moral û coşeke mezin tevlî perwerdeyê bûn.

Ji beşdarên perwedeyê Hêva Haşim qala jiyana rojane ya dewreyê kir û diyar kir ku semînerên wan bi giranî li ser dîrok, civaka xwezayî û rastiya jinê bû.

Hêva Haşim bal kişand ser şert û mercên giran ên ji ber penaberiya ji ber dagirkeriyê û destnîşan kir, ku li gel vê yekê jî jin ên ciwan vê rewşê ji xwe re nakin asteng û xwe bi her awayî bi pêş ve dibin.

Hêva Haşim got, "Di rûyê her beşdareke pewerdeyê de eşq û hezkirina ji bo zanebûn û jiyana rast tê dîtin."

Zelîzan Osman jî ragihand ku perwerdeya wan dewreyeke xweser bû û got, "Pêwîstî bi wê yekê heye ku her jinek xweseriya xwe nas bike. Ji bo fikr û bîrdoziya xwe xurt bikim ez tevlî perwerdeyê bûm."