Jinên ciwan li dijî tecrîda li ser Ocalan meşiyan

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Efrînê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidar xistin.

Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê ji bo protestokirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidar xist. Jinên ciwan ku li ser rêya sereke ya gundê Marata yê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê bûn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Yekîtiya Jinên Ciwan hilda bûn.

Meş li kolana sereke ya di navbera navçeya Ehdasê û gundê Maratê de geriya, di meşê de diruşmeyên banga azadiya Ocalan û protestokirina zextên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî hatin berzkirin.

Meşa jinên ciwan li ber parka navçeya Ehdasê sekinîn û deqeyeke rêz hate girtin.

Li vir endama Yekîtiya Jinên Ciwan Rosêl Ebdulhemîd daxuyanî xwend, têde rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahî jinan, bi taybet jinên ciwan pîroz kir û li ser tecrîda li dijî Ocalan got, armanca tecrîdê hewldaneke ji bo şikandina îradeya gelên azadîxwaz e.

Her wiha hate desnîşan kir ku dewletên kapîtalîst hewl didin gelan ji hev parçe bikin û fikirê mirovî ku nîşaneyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xuya bû têk bibin da ku desthilata xwe li ser gelan ferz bikin.

Rosêl Ebdulhemîd diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji tevahî mafên qanûnî bê par hatiye hiştin û desthilata Tirkiyê ku mafên girtiyên siyasî diçewisîne, tevahî qanûnên navneteweyî û mirovî bin pê dike.

Piştî xwendina daxuyaniyê, diruşmeyên banga azadiya rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.