BI DÎMEN

Jinan li Ehdasê 4’ê Nîsanê pîroz kir

Jinan bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahiyek li dar xist û vejîna gelê Kurd pîroz kirin.

Li Parka 4’ê Nîsanê ya li navçeya Ehdas a Şehbayê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Şahiya vejîna gelê Kurd bi pêşengiya jinan hat lidarxistin.

Di şahiyê de ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hat girtin û piştre find hatin vêxistin. Di şahiyê de Seroka Desteya Jin a Kantona Efrîn û Şehba Hêvîn Hisên axivî. Hisên, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Rojbûna Reber Apo vejîna gelan e.”

Piştî axaftinan jina qurnefîl diyarî jinên saziyan kirin.

Şahî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.