Jina ku çeteyan revandibû destdirêjî wê kiribûn

Hat zanîn ku li Serêkaniyê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye jinek Ereb ya bi navê Rûqeye El Baîr ku ji aliyê yekeyên îstîxbarata leşkerî ve hatibû revandin, destavêtinê.

Jina Ereb ya bi navê Rûqeye El Baîr ku li bajarê Serêkaniyê ya Rojava ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, destavêtinê.

Çalakvanên mafê mirovan li ser medyayên dîjîtal wêneyên jina Ereb ya bi navê Rûqeye El Baîr parvekirin ku li Serêkaniyê ya Bakurê û Rojhilatê Sûriyê ku di bin êrîşa çeteyên girêdayî dewleta Tirk de ye bi awayekî komî hatiye tecawîzkirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatinî girtin; Rûqeye ji aliyên yekeyên îstîxbarata leşkerî ve hat revandin û ji aliyê kesên bi navê Sedûn Qeytûn û Ebdulrezaq El Mewlûd ve bi rengekî sîstematîk hatiye tecawîzkirin.

Her wiha hate zanîn ku zilamê bi navê Sedûn Qeytûn endamê Îstîxbarata Polîs ê leşkerî ya li herêma Idlibê ye, Ebdulrezaq El Mewlûd jî li Serêkaniyê di yekeya Hêzên Taybet ên Polîs cih digre ye.