Adnan Kalo yek ji Êzidiyên li Rojava ye. Eşîra Adnan Kalo ya bi navê Dîna beşeke wê piştî Qetlîama Geliyê Zilan diçe Şengalê û beşa din jî koçî Rojava dike. Têkiliya wî ya bi xizmên wî yên li Şengalê hebe jî ji dema ku koç kirine û heta niha têkiliya wî ya bi xizmên wî yên li Bakurê Kurdistanê qut bûye.
Kalo di navbera Amûdê û Dirbesiyê de li gundekî dijî. Di salên 2012-2014’an de dema 50 komên çeteyan bi serkêşiya Cephet El Nusra ji Tirkiyeyê êrîşî Serêkaniyê kirin, Kalo jî dibe şahidê zindî yê van şeran.
Adnan Kalo di 9’ê Cotmeha 2019’an de dema ku dewleta Tirk Serêkaniyê dagir kir, ew jî tevlî nav Berxwedana Serêkaniyê dibe û li vir birîndar dibe. Piştî Serêkaniyê li Zirganê jî li dijî êrîşên çeteyan li ber xwe dide û di nava hefteyekê de cara duduyan birîndar dibe.
CEPHET EL NUSRA JI SÎNORÊ TIRKIYEYÊ DERBAS BÛ
Kalo diyar kir ku çeteyên wekî Cephet El Nusra û DAÎŞ’ê pêşiyê Êzidî kirin hedef û got ku “Kesên li ser felsefeya rêzdar Ocalan em parast.”
Adnan Kalo piştî destpêkirina Şoreşa Rojava gelek caran çû Serêkaniyê û di avakirina Mala Êzidiyan de cih girt. Kalo diyar kir ku ew bi xwe bûye şahid ku di 8’ê Mijdara 2012’an de gelek çeteyên Cephet El Nusrayê ji Deriyê Sînor ê Serêkaniyê êrîşî bajêr kirine. Kalo got ku “Wê demê hêzên wekî YPG û YPJ ne zêde bûn. Hebûn lê hê nû hatibûn avakirin. Li Serêkaniyê komên me yên parastinê û gel ma. Berê gel kirin hedef. Herî zêde Êzidî kirin hedef. Mala Êzidiyan a ku me ava kiribû ji aliyê çeteyan ve hate rûxandin.
3 CIWANÊN ÊZIDÎ HATIN QETILKIRIN
Di sala 2013’an de çeteyên dewleta Tirk ji aliyê Alokê ketin Serêkaniyê. Dema ji aliyê Alokê hatin xwestin dora Serêkaniyê bigirin. Dema dora Serêkaniyê girtin, ketin gundên me. Mûrad, Elî û Ehmed qetil kirin. Mayin danîn pêş wesayîta Ehmed û ew qetil kirin. Elî û Mûrat xeniqandin. Piştî ku ji Alokê ketin Serêkaniyê, di nava çend rojan de hemû tiştên civaka Êzidî talan kirin.
Di destpêkê de Cephet El Nusra 2 caran êrîş kir. Lê êrîşa 3’emîn bi pêşengiya DAÎŞ’ê hate kirin. Xirbetbenat gundê Êzidiyan bû, malbat ji wir derketin û xwe rizgar kirin. Lê malên me talan kirin.”
BÊRÎVANA ÊZIDÎ BÛ LI SERÊKANIYÊ BÛ YEKEMÎN ŞEHÎDA YPJ’Ê
Kalo qala xizma xwe Bêrîvanê dike ya ku li Serêkaniyê yekemîn şehîda YPJ’ê ye. Kalo got ku, “Bêrîvan li gundê Keşto şehîd bû. Cenazeyê wê rojekê li ber tavê ma. Hevalên wê dema xwestin cenazeyê wê werbigirin bi Kanasê şehîd bûn, hevalek jî birîndar bû. Hêzên YPG û YPJ’ê piştî rojekê çete kuştin û cenazeyê wê ji qadê derxistin.
Heval Bêrîvan li Rojava yekemîn şehîda Êzidî ye. Malbata wê di sala 2012’an de dema şer çêbû, çûbû Bakur. Lê Wêranşarê bûn û armanca wan ev bû ku biçin Ewropayê. Piştî ku Elî, Ehmed û Mûrad hatin qetilkirin ew hat Rojava û tevlî nav refên YPJ’ê bû.”
ME DÎT KU DEWLETA TIRK DAÎŞ E
Kalo bal kişand ser vî tiştî ku dewleta Tirk a ku berê bi dizî piştgirî dida çeteyên DAÎŞ û El Nusrayê û bajarên Rojava dagir kiribû. Kalo got ku “Dema DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kir, ji sînorê Tirkiyeyê derbas dibû. Ji embarên genim ên li Tirkiyeyê gule li ser gelê me direşandin. Piştî Şoreşa Rojava em Êzidî bêhna me hat ber me. Piştî ku Serêkaniyê ji çeteyan hate paqijkirin derfetên me zêde bû û me dîsa Mala Êzidiyan ava kir. Li qadên Rêveberiya Xweser a Rojava jinên Êzidî bi rihetî dikarin biçin her derê. Tevlî şoreş û berxwedanê bûn.”
Kalo diyar kir ku heta niha 74 caran fermana Êzidiyan hatiye rakirin û got ku, “Di fermana 74’an de ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de hêzên YPG û YPJ’ê bi hewara me ve hatin. Gerîla ji çiyayan daketin û hatin alîkariya me. Kesên li ser xeta fikr û felsefeya rêzdar Abdullah Ocalan bi hewara me ve hatin. Pêşmergeyan Êzidî neparastin.Dema êrîşî Şengalê hate kirin, Ewropayê got ‘Bila werin ba me, deriyê me ji wan re vekiriye’ Ewropayê negot ku ‘Em wan li ser axa wan biparêzin,em mafên wan nas bikin’. Wan tu alîkarî nekirin, bi tenê bazirganiya xwe domandin.”
DIVÊ XWESERIYA ŞENGALÊ WERE NASKIRIN
Adnan Kalo bang li Ewropa û hemû cîhanê kir û got ku “Bila ji dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk re bibêjin êdî bes e. Bila li gorî mafên mirovan û hiqûqê tevbigerin, bila li Şengalê xweseriya me nas bikin. Ez bang li civaka Êzidî jî dikim, divê em zêde ji hêzên navneteweyî, Ewropa û saziyên mafên mirovan bawer nekin. Divê em ji hêz û rêxistinbûna xwe bawer bikin. Divê em xurt bin û karibin xwe biparêzin.”