Ji bo şehîdê ‘Berxwedana Serdemê’ Ararat Dêrik merasîmek hate lidarxistin

Li bajarê Dêrikê ji bo şehîdê ‘Berxwedana Serdemê’ Ararat Dêrik merasîmek hate lidarxistin.

Bi hezaran welatiyên navçeya Girkê Legê, endamên HPC û şervanên YPG û Hêzên Asayişê li gundê Ziberiye li hev kombûn û ji bo şehîdê ‘Berxwedana Serdemê’ Mihyedîn Ehmed (Ararat Dêrik) merasîmek lidarxist.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdên azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û Fermandarê YPG’ê Hewar Dêrik axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Dêrik got ku Erdogan maf û qanûnan binpê dike û sivîlan qetil dike. Dêrik şervanên YPG/YPJ’ê yên li dijî çeteyên dewleta Tirk li ber xwe didin jî silav kir.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.