Ji bo Kelha Berxwedanê Serêkaniyê banga ‘korîdara mirovî’

Rêxistinên civaka sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku ji bo Kelha Berxwedanê Serêkaniyê divê korîdoreke mirovî bê çêkirin. Rêxistinan bal kişandin ku dewleta Tirk sivîlan û tîmên tenduristiyê dikin hedef.

Rêxistinên Mafên Mirovan a Cizîrê, Yekîtiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Edaleta Civakî ya Cizîrê û Navenda Lêkolînanan û Parastina Mafên Jinan ên Bakur û Rojhilatê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bal kişand ser rewşa Kelha Berxwedanê Serêkaniyê ku niha Berxwedana Rûmetê lê berdewam dike û bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku ji bo rawestandina êrîşan bikevin nava hewldanan.

Saziyên civaka sivîl di daxuyaniya xwe de banga vekirina korîdoreke mirovî li Serêkaniyê kir da ku bi awayekî lezgîn birîndar jê werin derxistin.

Daxuyanî wiha ye:

‘RÊ NADIN SIVÎL Û TÎMÊN TENDURISTIYÊ DERKEVIN’

“Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet bajarê Serêkaniyê rastî hovtirîn êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû cûreyên çekên giran ji bejahî bigire heta bi asîman, tê. Di encamê de bi sedan sivîl, birîndar çêbûn û li rexê jî binesazî û jêderên jiyanê hatin hatin wêrankirin û tên wêrankirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 3 rojan ve li dijî tevahî bajarê Serêkaniyê da ku sivîl nikaribin derkevin, ambulans xwe negihîninê, berhemên xwarin û tenduristiyê derbas nebin, çembereke dijwar bi rêya topbaran û balafiran, ferz kiriye. Her wiha tîmên tenduristiyê û alîkariyê dike hedef. Bi wê re jî jiyana bi sedan sivîl û birîndarên tê de, li ber gefa mirinê ye. Li ser vê bingehê jî dewleta Tirk a dagirker ji berbanga îro ve derbeyên asîmanî û bejahî bê navber li dijî bajarê Serêkaniyê û derdora wê bi kar tîne. Dê bi xwe re jî karesateke mirovî bîne. Tişta ku dewleta Tirk pêk tîne, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê li gorî qanûnên navdewletî yên cîhanî, rêxisitinên mafên mirovan, mafên navdewletî yên sivîl, siyasî, çandî û aborî û tevahî mîsaq û peymanên navdewletî ne.

BANG

Ji lewre, em van sûcên şer tevahî dixin stûyê dewleta Tirk. Her wiha bang li NY’yê, Meclisa Ewlehiyê, Komkara Erebî, tevahî rêxistinên mirovî û hiqûqnas dikin ku bi erekên xwe rabin û fişarê li dewleta Tirk bikin ku êrîşên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne û însiyatîfa lezgîn pêk bînin ku korîdoreke mirovî, bi awayekî lezgîn vekin da ku birîndaran bi şêweyekî ewle derxin.”