Ji bo Efrîniyên li Şehbayê banga alîkariyê hate kirin

Rêveberiyên Efrîn û Şehbayê ji bo Efrîniyan kampeke din bi derfetên xwe çêdikin. Rêveberiyan bang li saziyên navneteweyî kirin ku destekê bidin.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê: El Qaîde, DAÎŞ û El Nûsra yên li ser Efrînê, bi sed hezaran Efrînî neçar man koçî herêma Şehbayê bikin. Herêmên Bakurê Sûriyeyê û Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn hewl didin bersivê bidin pêwîstiyên gelê koçî Şehbayê kiriye.

BI DERFETÊN XWE KAMPEKE DIN ÇÊDIKIN

Piştî 'Kampa Berxwedan', rêveberiyên Şehba û Efrînê kampeke din bi navê 'Kampa Serdemê' li herêma Şehbayê çêdikin.

Ji rêveberiya Kampa Serdemê Hesen Heman anî ziman ku heta niha wan alîkarî ji saziyên navneteweyî negirtine û got, "Em ê bi qasî 2 hezar konî li vê kampê vedin. Armanca me ew e ku 15 hezar kesî li kampê bi cih bikin. Em hewl didin bi derfetên xwe bersivê bidin pêwîstiyên gel. Heta niha ti alîkarî ji derve ji me re nehatiye."

PÊWÎSTÎ BI ALÎKARIYA SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ HEYE

Heman ji saziyên alîkariyê yên navneteweyî xwest ku alîkariyê bi wan re bikin û got, "Ez bang li hemû saziyên alîkariyê yên navneteweyî dikim. Bila bên û rewşa mirovên koçber bûne bibînin. Ji bo bersivê bidin pêwîstiya mirovên li vê derê divê bikevin nava liv û tevgerê. Pêwîstiya me bi her tiştî heye. Me heta niha hewl dan bi derfetên xwe bersivê bidin. Lê belê bi rengekî lezgîn pêwîstiya me bi alîkariya ji derve heye."