‘Ji bo Efrînê divê komîsyoneke lêkolînê ya serbixwe were avakirin'

Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê û Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê ji ber binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li kantona Efrînê ya bang li saziyên navneteweyî kir ku bila komîsyoneke lêkolînê were avakirin.

Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê û Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê ji ber binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li kantona Efrînê daxuyaniyeke hevpar weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve gelê Sûriyeyê azaran dikişîne, dewleta Tirkiyeyê bi rêya komên çekdar ên ku navê opozîsyonê li xwe dike siyasetên xwe yên dijminahî. Ev opozîsyon bi desteka Tirkiyeyê dixwaze hebûna dîrokî ya Kurdan tune bike. Ev tişt di dagirkirina Efrînê de diyar bû. Di dirêjahiya du salan de hovtirîn binpêkirin ji kuştin, revandin, îşkenceya heta mirinê, desteserkirina milkên şêniyên resen, guhertina demografiya herêmê û ferzkirina bacan li dijî şêniyên resen ji hêla dagirkera Tirk û çeteyên girêdayî wê ve pêk hatin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di vê dawiyê de dagirkeran jinên Kurd di girtîgehên veşartî de girtin û li ber çav û guhên hêzên artêşa Tirk a dagirker rezîl kirin

Her du partiyan binpêkirinên dagirkeran li Efrînê û herêmên din ên Sûriyeyê şermezar kirin û bang li tevahiya hêzên siyasî, saziyên hiqûqî, çandî yên li hundir û derve Sûriyeyê û hikumetên cîhanê kirin ku van binpêkirinan şermezar bikin û rê bidin dezgehên çapemeniyê derbasî Efrînê bibin û binpêkirinên li dijî bikin belge. Partiyan diyar kirin ku ji bo lêkolîneke serbixwe divê komîte werin avakirin.”