Ji bo Şehîd Hisên El Ferec merasîmek hat lidarxistin

Cenazeyê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hisên El Ferec li Tebqayê bi merasîmekê spartin axê.

Bi sedan şêniyên Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Sivîl, meclisên leşkerî, partî û rûspiyên eşîran tevlê merasîma veşartina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirên Hisên Ewad El-Ferec bûn ku di 4’ê Tebaxê de şehîd bûye.

Li Goristana Şehîdan li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hevserokê Meclîsê Ebdulkerîm Hisên axivî û got: “Şehadet, berztirîn nirxên mirovahiyê û hemû sifatên rûmetê ne.”

Hisên axaftina xwe wiha domand: “Li ser vê axê, rojane em leheng û kesên bêhempa nas dikin ku ji bo welat û axa xwe canê xwe feda dikin.  Ev ax bi xwîna ciwanên vê herêmê hate avdan û hîna bi sedan ciwanên me amade ne li ser şopa wan bimeşin û ji bo rûmet û azadiyê têbikoşin.”

Hevserokê Komîteya Hundirîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê Riyad El-Walî axivî û îşaret bi girîngiya destanên dîrokî kir ku şehîdan ji bo parastina şêniyan û dabînkirina ewlehiyê nivîsandine kir.

Cîgira Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Şadî El-Îbrahîm banga şopandina rêya şehîdan heta tunekriina terorê, zulm û zordariyê kir û got: “Em ê ji bo vê axa pîroz çi bê xwestin bikin.”

Di dawiyê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebid El-Îsa nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd li Goristana Şehîdan spart axê.