Ji birîndarên Til Rifetê Fehîme Reşo şehîd bû
Fehîme Reşo ya 17 salî ku ji ber bombardûmana artêşa Tirk a dagirker li Til Rifetê bi giranî birîndar bû, îro serê sibehê şehîd ket.
Fehîme Reşo ya 17 salî ku ji ber bombardûmana artêşa Tirk a dagirker li Til Rifetê bi giranî birîndar bû, îro serê sibehê şehîd ket.
Di bombardûmana artêşa Tirk a dagirker de ku 26'ê Tîrmehê li ser navçeya Til Rifetê ya herêma Şehbayê kir, 6 kes birîndar bûbûn.
Ji birîndaran Fehîme Reşo ku rewşa wê ya tenduristiyê giran bû, rakirin bajarê Helebê. Lê belê Fehîme Reşo ya 17 salî îro serê sibehê şehîd bû.
Di êrîşa dewleta Tirk de Kewser Mistefa, Lemya Hesen, Roxaş Reşo, Etriyê Mihemed Şûbek, Sewsen Subhî Mistefa birîndar bûbûn.