Li Efrînê komkujî hate kirin: Herî kêm 13 sivîl hatin kuştin

Ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê, ji duh bi şev û vir ve 13 sivîl şehîd bûn. Gelek kes jî birîndar bûn. Piraniya mirovên hatin kuştin zarok in.

Artêşa Tirk a dagirker duh bi şev heta danê vê sibehê hawan û top avêt navenda Efrînê. Ji ber êrîşê 6 sivîl şehîd bûn gelek sivîl jî birîndar bûn. Ji ber êrîşan 13 sivîl şehîd bûn, gelek jî birîndar bûn. 

Nûçegihanê ANF'ê yê li Efrînê Ersin Çaksu got, wî bi xwe 13 cenaze dîtiye.

Ji sivîlên şehîd bûne nasnameya yên tespît bûne wiha ye: Ehmed Exlas (32), Şewket Henan (30) û Qidret Bexlawa (70).

Birîndar jî ev in: Nezmî Elî (45), Heval Cangora (22), Ebdulwehab El-Xelef (60), Hisên Ebdulwehab (35).

Topbarana dagirkeran a li ser Efrînê dewam dike.

Ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker, ku 56 roj in bi rengekî bê navber dewam dikin, zêdeyî 250 sivîl şehîd bûn.