Ji Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê zêdeyî 25 hezar mail ji CPT re hatin şandin

Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ji bo heyetek bi lezgînî ji Îmraliyê re bê şandin, zêdeyî 25 hezar mail ji CPT re şand.

Kampanya şandina mailan ji CPT re ji aliyê "Komîteya Azadî ji Rêbertî re" di 27'ê Adarê de hatibû destpêkirin.

Komîteyê ragihand ku 25 hezar û 821 mesaj hatine şandin û kampanya bi vî rengî bi dawî bûye.

Naveroka mailan wiha ye:

"Ji 27'ê Nîsana 2020'î û vir ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Bi ti awayî pêwendî pê re nayê danîn. Herî dawî di 14'ê Adarê de li ser hesabên medya dîjîtal hatibû îdîakirin ku Rêber Ocalan li girtîgeha Îmraliyê jiyana xwe ji dest daye. Vê îdîayê her kes xiste nava tirs û fikaran. Dewleta Tirk jî li ser zelalkirina van îdîayan gavek neavêtiye. Destûr nayê dayin ku malbat û parêzer pê re hevdîtinê bikin.

Di vê mijarê de berpirsyarî dikeve ser milê CPT. Divê CPT bi erka xwe rabe. Divê CPT tevî parêzer û malbata Rêber Ocalan heyetekê bişîne Girava Îmraliyê."