HRE'yê tol hilanî: 14 dagirker hatin kuştin

Şervanên HRE'yê di navbera gundên Kefer Nebo û Berade yên Şêrawayê çalakiyeke tolhildanê li dar xistin. Di çalakiyê de 14 dagirker hatin kuştin, 7 çek jî hatin desteserkirin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ji bo bîranîna Agir Efrîn, Cûdî Rustem û Yilmaz Efrîn çalakiya tolhildanê li dar xistin.

HRE'yê li ser encamên çalakiyê ev agahî parve kir:

"Roja 19'ê Hezîranê hêzên me di navbera gundên Kefer Nebo û Beradê yê bi ser navçeya Şêrawa de li dijî çeteyên dagirker çalakiyeke tolhildanê li dar xist. Di encamê de 14 çete hatin kuştin, hejmarek zêde çete jî birîndar bûn. Di heman demê de hejmarek çek û cebilxane hatin desteserkirin.

Cebilxaneyên ku hatin desteserkirin; 4 çekên AK-47 û 1 rextên wê, çekeke BKC û cebilxaneya wê, çekeke RPG-7, çekeke Bruno, dûrbîneke termal û 3 telefon.

Ev çalakiya hêzên me ji bo tolhildana hevrêyên me Agir Efrîn, Cûdî Rustem û Yilmaz Efrîn ku di êrişa 13'ê Hezîranê de şehîd bûbûn, hatiye lidarxistin.

Her wiha artêşa dagirker gundên navçeya Şera û Şêrawa topbaran kirin û tevgera balafiran li ser qadê çêbû."