HRE'yê şehîd Zagros Mabata bi bîr anî

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê, şervanê xwe Zagros Mabata bi bîr anî ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Efrînê de şehîd bû.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya HRE'yê wiha ye:

"Roja 22'ê Gulanê şervanê me Zagros Mabata, di qonaxa duyemîn a Berxwedana Efrînê de gihîşt asta şehadetê.

Hevrê Zagros Mabata, li Efrînê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Di têkoşîna me ya li dijî qirkirin û dagirkeriyê de heta kêliya dawî cihê xwe girt û bû şervanekî rûmetê. Hevrê Zagros, bi şoreşa azadî û demokrasiya gelan re bi azwerî û dilsoziyeke mezin bawer kir. Li hember her cûreyên paşverûtiyê bi biryar sekinî û tev li karwanê şehîdan bû.

Em di şexsê hevrê Zagros de hemû şehîdên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbata şehîd û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Zagros Mabata
Nav û paşnav: Mazlum Silo
Navê dayikê: Fikret
Navê bav: Hebeş
Cihê jidayikbûnê: Mabata-Efrin
Cih û dîroka şehadetê: 22`yê Gulana 2020`an - Qonaxa duyemîn ya Berxwedana Efrîn