HRE'yê nasnameya şehîdekî eşkere kir
HRE'yê diyar kir ku şervanê wan Zinar Efrîn (Rehman Hisên) 25'ê Tîrmehê di topbarana dewleta Tirk a dagirker de li Efrînê şehîd bûye.
HRE'yê diyar kir ku şervanê wan Zinar Efrîn (Rehman Hisên) 25'ê Tîrmehê di topbarana dewleta Tirk a dagirker de li Efrînê şehîd bûye.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî şehadeta şervanê xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:
"Roja 25'ê Tîrmehê li herêma Efrînê hevrêyê me Zinar Efrîn di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de gihaşt asta şehadetê. Di heman topbaranê de 2 hevrêyên me jî birîndar bûn.
Hevrê Zinar li Efrînê di nav malbateke welatparêz de mezin bû. Hestên welatparêziyê di kesayeta xwe de zivirand zanebûnê û li ser wê esasî ji bo tolê ji dagirkeran bigire sala 2020'an tev li nav refên me bû. Hevrê Zinar her tim bi moral û coşeke mezin tev li kar û xebatan bû û hemû erkên ku diketin ser milê wî bi azwerî û berpirsiyariyek mezin bi cîh anî. Ev sekna xwe ya bi biryar heta kêliya dawî ya jiyana xwe parast û tevlî karwanê şehîdên azadiye bû.
Em di şexsê hevrê Zinar de tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin, ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Zinar Efrîn
Nav û Paşnav: Rehman Hisên
Navê dayikê: Emîne
Navê bav: Elî Hisên
Cih û dîroka şehadetê: Herêma Efrîn / 25 Tîrmeh 2021