HRE’yê li ser çalakiya Efrînê daxuyaniyek kurt da

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku şervanên wan 19’ê Hezîranê ango îro li bejahiya Efrînê li dijî çeteyên dewleta Tirk çelakiyek xurt kirin û bi dehan çete hatine kuştin û birîndar kirin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyê ev agahî parve kir: “Di kêliyên destpêkê ên roja 19’ê Hezîran de, hêzên me li bejahiya herema Efrînê çalakiyeke mezin û bi bandor li dijî komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker lidar xistin û di encama wê de gelek çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Wê hêzên me, di dema pêşiya me de bi daxuyaniyekî berfireh agahiyên zelaltir derbarê vê çalakiyê û belgeyên wê ên dîtbarî belav bike.”