HRE'yê li sê herêman li dagirkeran da: 6 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Efrîn, Ezaz û Şêrawayê ku hatine dagirkirin, li dijî hêzên Tirk ên dagirker çalakî kirin. Di encamê de herî kêm 6 dagirker hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

HRE'yê daxuyaniyek weşand û ragihand ku di 13 û 14'ê Gulanê de çalakî hatine lidarxfistin. Li gorî daxuyaniyê li Efrîn, Ezaz û Şêrawayê di çalakiyan de 4 çete û 2 leşker hatine kuştin, 5 çete û 3 leşker jî birîndar bûne.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

"Roja 13'ê Gulanê li Efrînê hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete birîndar bûn. Her wiha 2 seyare hatin rûxandin, derb li seyareyek hate xistin.

Li herêma Ezazê hêzên me li hemberî artêşa dagirker û çeteyên wê 2 çalakî li dar xistin. Di encama wan 2 çalakiyan de 4 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

Roja 14'ê Gulanê li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa hêzên me li hemberî artêşa dagirker çalakiyek li dar xist. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Her wiha maşîneyeke kar hat rûxandin.

Di encama çalakiyên 2 rojan de bi giştî 4 çete û 2 leşker hatin kuştin, 5 çete û 3 leşker jî birîndar bûn."