HRE'yê li sê herêman lê da: 5 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li herêmên Bab, Marê û Şêrawayê li dewleta Tirk a dagirker dan. Di encamê de 5 dagirker hatin kuştin.

HRE'yê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Roja 1'ê Hezîranê hêzên me li herêma Babê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sekvanî li dar xist. Di encamê de çeteyek hat kuştin. Di heman rojê de hêzên me li dijî benda kontrolê ya girêdayî bajarê Babê çalakiyeke serdagirtinê li dar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Hêzên me li herêma Mareyê çalakiyeke sekvanî li dijî çeteyên artêşa dagirker li dar xist. Di encamê de çeteyek  hat kuştin.

Hêzên me li gundê Basûtê yê bi ser navçeya Şêrawayê çalakiyek li dijî çeteyên artêşa dagirker li dar xistin. Di encamê de bi qasî ku hat tespîtkirin 4 çete birîndar bûn.

Roja 4’ê Hezîranê hêzên me li herêma Mareyê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sekvanî li dar xist. Di encamê de çeteyek hat kuştin.

Bi giştî di encama çalakiyên hêzên me de 5 çete hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn."