HRE: Li Mareyê 5 çeteyên dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiya hêzên wan ya li Mareyê de 5 çeteyên dagirker hatine kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiya hêzên wan ya li Mareyê de 5 çeteyên dagirker hatine kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî dagirkeriya Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand. HRE’yê diyar kir ku çalakiyên hêzên wan ên li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê didomin.
Di daxuyaniyê de hate gotin; “Roja 25’ê Mijdarê hêzên me li gundê Tuweys yê bi ser herêma Mareyê çeper û baragehên girêdayî çeteyên koma bi navê Lîwa Waqqas bi çalakiyek şêwazê sizme kirin hedef. Di encama şerê qewimîn de wesayîtek hate rûxandin, 5 çeteyên koma navborî hatin kuştin û 6 ji wan birîndar bûn. Her wiha 4 çekên AK-47, 1 BKC, 1 termal û 2 cîhaz ket destê hêzên me.
Heman rojê li gundê Malikiyê yê bi ser navçeya Şera artêşa Tirk a dagirker hewl dan êrîşek bidin destpê kirin. Di encama şerê ku qewimîn de hewl dan vala hat derxistin.
Di heman demê de piştî çalakiyan artêşa Tirk a dagirker gundê Merenaz yê bi ser navçeya Şera topbaran kirin.”