HRE: Li Efrîn û Mareyê 7 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên şervanên wan ên li Efrîn û Mareyê de 7 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin û 6 çete jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên şervanên wan ên li Efrîn û Mareyê daxuyaniyek nivîskî da. HRE’yê got “Hêzên me 5 Nîsanê li Efrîn û Mareyê çalakiyên hemwext lidarxistin û di çalakiyan de 7 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û 6 çete jî birîndar bûn.”

Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê wiha ye;

“Şervanên me li Efrînê û derdorê wê çalakiyên xwe yên bi bandor ku li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker, didomînin. Di vê çarçoveyê de di 5’ê Nîsanê de li dijî dagirkeran çalakiyên bi bandor yên hemwext hatin lidarxistin.

Roja 5’ê Nîsanê şervanên me li ser rêya di navbera gundên Kîmarê û Beradê ya girêdayî navçeya Şêrawa li dijî wesayîteke leşkerî ku terorîstên koma bi navê Abdulah Helawê ya girêdayî koma Firqet El Hemzat tê de bûn, çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bû. Her wiha seyare bi temamî hat rûxandin. Piştî çalakiyê komek çete dema dixwestin kuştî û birîndarên xwe rakin bûn hedefa şervanên me. Li vir jî çeteyek hat kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

Roja 5’ê Nîsanê şervanên me li ser baregehek koma çete ya bi navê Firqet El Hemzat ya li gundê Beradê a navçeya Şêrawa çalakiyek lidar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.

Dîsan heman rojê şervanên me çeteyek girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundê Til Malid ya bi ser bajaroka Mare ye, kirin hedef. Di encama çalakiya sekvaniyê de ev çete hat kuştin.

Di encama çalakiyên şervanên me de 7 çete hatin kuştin û 6 çete jî birîndar bûn. Her wiha wesayîteke leşkerî jî hat rûxandin.”