HRE: Li Efrîn û Ezazê gelek çete hatin kuştin

HRE'yê ragihand ku di navbera 1 û 4'ê Adarê de li Efrîn û Ezazê di çalakiyên dijî dagirkeran de gelek çete hatine kuştin û gelek wesayitên çeteyan jî hatine îmhakirin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) encamên çalakiyên ku li Efrîn û Ezazê li dijî çeteyan pêk anî, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"-Roja 1'ê Adarê, li Ezazê seyareyeke serçeteyekî hat şewitandin.

- Roja 2'ê Adarê, li navenda Efrînê çalakiyek hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin û 3 çete jî birîndar bûn. Di heman rojê de, li navçeya Şêrawa li hember mewziyên artêşa dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de seyareyeke zirxî bi cureya Kirpî hat rûxandin. Der barê kuştî û birîndarên dijmin de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

- Roja 3'ê Adarê, li herêma Efrînê, li ser rêya Cindirêsê, li hember bendeke kontrolê çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.

- Roja 4'ê Adarê, li gundê Meryemînê yê navçeya Şera, li hember artêşa dagirker çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Her wiha di vê çalakiyê de 1 seyareya pîkap hat rûxandin û yek jî hat derbkirin."