HRE: Li Babê 7 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku li herêma Babê ya dagirkirî di encama çalakiyên hêzên wan de 7 dagirker hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniekê ragihand ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, çalakiyên wan ên bersivdanê dewam dikin.

Li gorî daxuyaniyê di 17'ê Hezîranê de li gundê Eblê yê bajarokê Babê yê dagirkirî 2 çalakî hatin lidarxistin.

Hate ragihandin ku di encama van herdu çalakiyên taybet de 7 çete hatin kuştin, 7 çete jî birîndar bûn.

HRE'yê diyar kir ku di çalakiyan de wesayiteke çeteyan jî hatiye rûxandin.