HRE: Li Bab û Marê 5 leşker û çeteyekî dewleta Tirk hatin kuştin

HRE'yê bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêma Babê 5 leşkerên Tirk ên dagirker û li Marê jî çeteyekî dewleta Tirk hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêmên Bab û Marê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî lidar xistine.

Li gorî daxuyaniyê, çalakî ji bo bersivdanê hatine kirin û di 6'ê Gulanê de li herêma Babê 2 caran li baregeheke artêşa Tirk a dagirker hatiye xistin.

Di herdu çalakiyan de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

HRE'yê diyar kir ku li dijî baregeheke din a artêşa Tirk çalakiyek hatiye kirin û di encamê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin. Hate ragihandin ku ev çalakî jî 7'ê Gulanê hatiye kirin.

Heman rojê li xeta Marê jî çalakiyeke sekvaniyê hate kirin. HRE'yê diyar kir ku di vê çalakiyê de çeteyekî dewlet Tirk hatiye kuştin.

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku 7'ê Gulanê li herêma Efrînê droneyeke artêşa Tirk a dagirker hatiye xistin.,

Li gorî vê yekê di encama çalakiyên 6 û 7'ê Gulanê de bi giştî 5 leşkerên Tirk ên dagirkre û çeteyek hatine kuştin.