HRE: 5 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku 5 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 3 şervanên wan şehîd bûne.

Di daxuyankiya HRE'yê ya têkildarî mijarê wiha ye:

"Di çarçoveya pêngava duyemîn a berxwedana Efrînê de têkoşîna me, bi hêzeke xurt li dijî dagirkeriyê berdewam dike. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, di 12 û 13 Hezîranê de li herêma Efrîn û derdora Ezazê ji bejahî ve êriş birin ser hêzên me. Di encama êrişê de şerekî dijwar di navbera hêzên me û artêşa dagirker de rû da. Li hember êrişên artêşa dagirker hêzên me bi lehengî bersiv da û êrişên wan têk birin. Di şer  de 5 çete hatin kuştin, 9 çete birîndar bûn, 1 seyare hat rûxandin, derb li seyareyekê hate xistin û 2 motorsîklet hatin îmhakirin.

3 ŞERVAN ŞEHÎD BÛN

Di vê êrişa dagirkeriyê de 3 şervanên me, piştî berxwedaneke bêhempa tev li karwanê şehîdan bûn. Hevrêyên me Agir Efrîn, Cudî Rustem û Yilmaz Efrîn, di têkoşîna me ya li hember dagirkerî û paşverûtiyê de tu caran bi paş de gav ne avêtin û bi hêrseke mezin şer kirin û gihîştin asta şehadetê. Her sê hevrêyên me, ji têkoşîna yekitiya gelan a li ser hîmê demokrasiyê ku li herêmê tê meşandin, bi dilsoziyeke mezin bawer kir û di oxira vê têkoşînê de canê xwe feda kir. Hevrêyên me Agir Efrîn, Cudî Rustem û Yilmaz Efrîn, bi azweriyeke mezin erk û berpirsiyariyên xwe bi cîh anîn.

Ji lewre em wek Hêzên Rizgariya Efrînê destnîşan dikin ku em ê tola şehîdên xwe rakin û hesabê ji dagirkeran bipirsin. Di şexsê her sê hevrêyan de tevahî şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin, ji malbatên wan û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."