HPG'ê 4 gerîlayên li Botanê şehîd bûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 4 gerîlayên ku meha Tebaxê li Şirnexê di encama bombardûmanê de şehîd bûn, bi bîr anî.

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "30'ê Tebaxa 2021'ê li herêma Elkê ya Şirnexê, di encama îxbara kontrayên xwecihî de bombardûmanek li qadê çêbû û di encama vê bombardûmanê de 4 hevrêyên me şehîd bûn."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrêyên me Nûda, Binevş, Şiyar û Zinar, ku li dijî dewleta Tirk a mêtinger bi salan têkoşiyan û ji bo pêkhatina Şoreşa Kurdistanê kedeke mezin dan, bi mîrateya têkoşînê ya ku li pey xwe hiştin, wê her tim bibin pêşengên gelê me yê welatparêz û hevrêyên xwe, wê bibin hincet ji bo serxistina têkoşîna me."

HPG'ê li ser nasnameya çar gerîlayên ku şehîd bûne ev agahî da:

Nasnav: Nûda Garzan
Nav paşnav: Kezîban Yilmaz
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Hazîne-Şefîk
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Tebaxa 2021 / Şirnex

Nasnav: Binevş Agir
Nav paşnav: Emîne Yilmaz
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Aysel-Mûhlîs
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Tebaxa 2021 / Şirnex

Nasnav: Şiyar Şêxo
Nav paşnav: Xelîl Elî
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Zeynep-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Tebaxa 2021 / Şirnex

Nasnav: Zinar Sorî
Nav paşnav: Abdullah Ogûz
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Hamî-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Tebaxa 2021 / Şirnex

Di dewama daxuyaniyê de li ser gerîlayan ev agahî hatin parvekirin:

"Hevrêya me Nûda li Xîzanê lji dayik bû, li nava malbat û derdoreke dilsozê nirxên welatparêziyê mezin bû. Ji ber polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo qirkirina Kurdan û xalîkirina Kurdistanê ji Kurdan, tevî malbata xwe neçar ma ku koç bike. Weke jineke ciwan yekser zextên sîstemê dît û li dijî hewldanên sîstemê yên ji bo dejenerekirina ciwanên Kurd, timî têkoşiya. Her ku Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd nas kir, bêhtir bala wê çû ser Rêbertî. Bi bandora Felsefeya Azadiya Jinê ya Rêbertî hevrêya ma Nûda biryar da ku li ser rêya heqîqetê bimeşe. Piştî ku demekê di nava karên ciwanan de ma, sala 2014'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê, bi coşeke mezin tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevrêya me Nûda ji xwe re kir esas ku di xeta PAJK'ê de bibe milîtan, di felsefeya Rêbertî de kûr bibe û bi dilnizmî, kedkarî û bi sebir bi ser pirsgirêkan ve diçû, dibû hêza çareseriyê û bi hevrêtiya xwe bû xeta jiyanê. Bi hevrêyên xwe re timî têkiliyên xwe afirand, di nava jiyanê de bi sekna xwe timî bû çavkaniya moralê û pêşengî kir. Weke gerîlayeke YJA Starê ya şareza di her karî de encam wergirt û bû yek ji fermandarên ciwan ên gerîlatiya serdema nû. Bi vî rengî gerîlatiya li Bakur weke armanca bingehîn danî ber xwe. Tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên bi bandor li dewleta Tirk a dagirker xist. Di têkoşîna xwe de em ê timî xwedî li bîranîna wê derkevin.

Hevrêya me Binevş li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku bi eslê xwe ji Çewlikê ye, lê neçar ma ku koçî Stenbolê bike. Li nava derdorekê mezin bû ku hestên welatparêziyê lê xurt bû. Tevî ku li metropolan mezin bû têkiliya xwe ya bi nirxên Kurdistanî ti carî qut nekir. Weke jineke ciwan li gel êrişên bênasnamehiştin bêkesayetîhiştinê yên sîstemê jî berê xwe da nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û dest bi têkoşînê kir. Li Sakaryayê dema ku diçû zanîngehê tevlî karên ciwanan bû. Demeke dirêj bi fedakarî û kedeke mezin ciwanên Kurdistanê gihand rastiyê. Demekê li zindanên dagirkeran dîl hate girtin. Piştî pêvajoya zindanê navber neda karên xwe û bi rengekî hîn xurtir tevlî bû, bi tevlîbûna xwe ya ya li nava refên gerîla ku xewn û xeyala wê ya salan bû, asta biryardariya xwe careke din nîşan da. Di dema gerîlatiyê de timî bi coş û kelecan kar kir, di demeke kurt de bû gerîlayeke YJA Starê ya şareza. Bi rengekî bêdawî bi Xeta Azadiya Jinê ya Rêber Apo ve hate girêdan û ji bo şareza bibe timî hewl da. Di hunera gerîlatiya serdema nû de pispor bû û ev tecrûbeya xwe derbasî Bakurê Kurdistanê kir, hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran xiste pratîkê. Hevrêya me Binevş weke milîtaneke qewîn a xeta PAJK'ê wê timî di nava têkoşîna me de bê bîranîn.

Hevrêyê me Şiyar li Efrînê ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz û ji nirxên Kurdistanî mezin bû ku ji malbata wî gelek tevlîbûn li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê çêbû. Ji ber ku ji nava malbatê û derdorê gelek kes tevlî nava refên gerîla bû, hevrêyê me Şiyar zû têkoşîn nas kir. Têkoşîn ji nêz ve şopand û li ser bingeha dilsoziya bi şehîdên me yên pîroz di sala 2012'an de tevlî nava refên gerîla bû. Ji kêliya ku tevlî bû û pê ve pêşketineke mezin danî ber xwe û timî xwe bi pêş ve bir. Hevrêyê me Şiyar ku li gelek deveran gerîlatî kir, sala 2014'an dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êriş bir ser Şengalê û xwest xelkê me yê Êzidî qir bike, tevî hevrêyên xwe erka parastina xelkê me yê Şengalê danî ser milê xwe. Hêza şer û îradeya serwer a milîtanên Apoyî ku çete têk bir, nîşanî tevahiya cîhanê da û beşdarî Berxwedana Şengalê bû. Kûrbûna xwe ya li nava vê berxwedanê kir çavkaniya hêzê ya têkoşîna bênavber a ji bo serketina li dijî dagirkeran. Hevrêyê me Şiyar tevî hevrêyên xwe pratîka Şengalê bi rengekî serketî bi encam kir û berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Ji bo li dijî dewleta Tirk a dagirker şer bike derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Tecrûbeya xwe ya gerîlatiyê derbasî Bakur û pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Bi rûkeniya xwe, dilnizmî û taybetmendiya xwe ya kedkariyê di nava hevrêyên xwe de bû cihê hezkirin û hurmetê. Bîranîna hevrêyê me Şiyar wê rêya têkoşîna me her tim ronî bike.

Hevrêyê me Zinar li Hezexê ji dayik bû, li nava malbat û derdoreke welatparêz mezin. Li Hezexê ku rêjeya hişmendiya welatparêziyê û tevlîbûna li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zêde ye, hevrêyê me têkoşîn nas kir û ji bo pêkanîna armanca azadiyê ya gelê me di sala 2013'an de tevlî nava refên gerîla bû. Li gelek herêman gerîlatî kir û bû fermandarekî şareza yê gerîla. Tevî ku 3 caran birîndar bû bi îradeyeke xurt di demeke kurt de rehet bû û ji nû ve li çeperên şer vegeriya, bi rengekî bênavber li dijî dagirkeran şer kir. Li dijî siyaseta înkar û tunekirinê yên dewleta Tirk a dagirker têkoşîn mezin kir û ji xwe re kir armanc ku derbên giran li dijmin bixe. Hevrêyê me Zinar li ser vê bingehê xwest li Bakur gerîlatiyê bike. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm û kedkar dihate naskirin, timî xwe perwede dikir, bi pêş ve dibir û ya ku hîn dibû bi hevrêyên xwe re parve dikin, li her cihî mîsyona pêşengiyê pêk dianî. Ji bo afirandina gerîlatiya Modernîteya Demokratîk kedeke mezin da û di şexsê xwe de fermandariya gerîlatiya serdema nû şênber kir. Weke milîtanekî leheng ê Felsefeya Rêber Apo bi enerjiyeke mezin tevlî her karî bû û her tim karê xwe bi ser xist. Hevrêyê me Zinar bi jiyan, sekn, tevlîbûn û kesayetiya xwe ya dilnizm wê her tim bîranîna wî di têkoşîna me de dewam bike û bibe çavkaniya moralê ji hevrêyên xwe re."

HPG'ê di dawiya daxuyaniyê de sersaxî xwest û got, "Hevrêyên me Nûda, Binevş, Şiyar û Zinar bi baweriya xwe ya li serketinê û têkoşÎna xwe ya bênavber a li ser vê bingehê bûn pêşengên Şoreşa Kurdistanê. Di serî de ji malbatên wan ên hêja, ji gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku em ê tola şehîdên xwe hilînin, ji bo vê jî welatê xwe Kurdistanê azad bikin."