Hiqûqnasên Efrînê bertek nîşanî bêdengiya civaka navnetewî dan

Hiqûqnasên Efrînê, bêdengbûna civaka navnetewî ya li dijî dewleta Tirk a li Efrînê li ser jinan suçan pêktîne şermezar kir.

Hiquqnasên Efrînê yên li ber Meclîsa Dada Civakî ya Şehbayê hatîn gel hev û daxuyaniya çapemeniyê dan. Ji ber bêdengbûna wan a Ii hemberî dewleta Tirk civaka navneteweyî jî şermezar kirin.

 ‘BI BÊDENGBÛNÊ DIBIN HEVKAR’

Di daxuyaniya ji aliyê Hevseroka Meclîsa Dada Cîvakî Evîn Hac Hemo ve hatî xwendin de, bal kişandin li ser dewleta Tirk û çeteyên wan ên li dijî gelê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî êrîşan berdewam dikin, bêdengbûna civaka navnetewî dibe hevkarê wan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di van rojên dawî de, li Efrînê çeteyên El Hamzat, Ehrar El Şam û Ceyş El Îslam jinan direvînin, tê ditin ku hinek sûcên li Efrînê tê kirin veşartî maye, gelek sûcên nehatine belgekirin jî hene.

Di daxuyaniyê de ev jî hate gotin: “Em hiqûqnasên Efrînê di demek ji 2 salan zêdetir de, bi ruxmê hemû bangên me bi rêya dehan saziyên civaka sivîl, rêxistinên dadê û saziyên çapemeniyê ji bo saziyên girêdayî civaka navnetewî de hatiye ragihandin, heta niha bi ti şêweyî ev sazî neketine nav tevgerê.”