Hêzên gerîla li gelek herêman li dagirkeran dan

Hêzên gerîla li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li darxistin. Di encamê de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên ku li dijî artêşa Tirk a dagirker li dar xistin daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 6'ê Tîrmehê saet di 16:20'î de li Girê Şehîd Adar li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;

5'ê Tîrmehê saet di 07:30'î de hêzên me yên YJA Starê li qada Çarçella ya herêma Zagrosê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate cezakirin.

6'ê Tîrmehê saet di 15:00 de hêzên me li dagirkerên li ser Girê Xeregol ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin. Di vê çalakiyê de derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de hêzên me 6'ê Tîrmehê saet di 21:00 de li navçeya Elbakê ya Wanê li dijî qereqola Xelkavayê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin ên li nava qereqolê hatin xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin."