Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ragihand ku endamên wan Ehmed El-Mişan di 29’ê Tirmehê de şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em sersaxî jî malbata Şehîd Ehmed dixwazin û bejna xwe li ber şehîdên xwe yên leheng ditewînin. Em careke din dubare dikin ku heta aramî û ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk were em ê li rêya şehadetê bimeşin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Ehmed El-Mişan

Navê Bav:  Mihemed

Navê Dayikê: Meryem Selmo

Dîrok û cihê tevlêbûnê: Koçerat, 04.08.2021

Dîrok û cihê şehadetê: Koçerat, 29.07.2022”