Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Li her cihî kar dikin ku jiyana aram bibe

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li hemberî provakasyonên hikûmeta Şamê xebata wan tev ji bo aramkirina jiyanê ye û got: “Li her cihê ku hêzên rejîmê lê ne rê ji bo alîkariyên xurek û madî bên kirin hatine vekirin."

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî belav kir destnîşan kir ku jiyana xwezayî vegeriya û derfet dan hemû madeyan da ku derbasî herêmên di bin serweriYa hikûmetê de li Qamişlo û Hesekê, bibin.

Daxuyaniya fermandariyê wiha ye:

"Di demên dawîn de li bajarê Qamişlo û Hesekê tevlîhevî ji ber hêzên rejîma Sûriyê derket. Armanca wan ku aramiya li herêmên me ku ji ber hevgirtina di navbera pêkhateyan de ye, têk bibin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn pabendî bi yekitiya xwîna gelê Sûriyê ne. Em ji bo bidawîkirina rewşa tevlîheviyê ku ji ber hêzên rejîma Sûriyê derket, dixebitin. Weke însiyatîfeke niyeta baş û ji bo parastsina xaka Sûriyê û parastina xwîna gelê Sûriyê, em tekez dikin ku jiyana xwezayî vegeriya û derfet hat dayîn ku hemû made derbasî herêmên hebûna hêzên rejîma Sûriyê li bajarê Qamişlo û Hesekê, bibin."