NÛ BÛ-Hêzên dagirker 3 kes li Serêkaniyê birîndar kirin

Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê artêşa Tirk a dagirker êrîşî herêmên ser sînor kir û di encamê de 3 kes birîndar kir.

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser bajarên Bakurê Sûriyeyê , didomîne.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker êrîşî herêmên li ser sînor ê bajarê Serêkaniyê yê Rojava kir û di encamê de jina bi navê Emîne Abdulrehman Mele Derwîş a 18 salî bi giranî, Kînda Qasim û zarokekî ku navê wî nehat zanîn birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneya Serêkaniyê.

Balefirên keşfê Yên artêşa Tirk ji danê sibê ve li ser bajarê Serêkaniyê yê Kantona Hesekê re digerin.