‘Hêzên dagirker amadekariya êrîşan dikin’

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyan li herêmê amadekariyên êrîşan dikin.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate diyarkirin:

TIL TEMIR

Artêşa dagirker a Tirk amadekariyên dagirkeriya li dijî Ing El Hewa û Til Mihemedê domandibû. Komên çeteyan bi konvoyeke dirêj takviyeyeke leşkerî hatibû herêmê û li ser hêrêmê firfirokên hewayî yên bêmirov geriyabûn. Çeteyan êrîşî derdora gundê Til Mihemed jî kiribûn.

EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyan li herêmê jî tevgera xwe ya dagirker domandibû. Li gelek qadan amadekaritên êrîşên dagirker domiyabû.”