Hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û yên ji Sûriyeyê li hev civiyan

Hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û yên ji Sûriyeyê li hev civiyan. Civîn didome.

Niha li Navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) civîneke berfireh di navbera nûnerên ji partî û hêzên siyasî yên Kurd, Ereb û Suryan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên hêz û partiyên li hundirê Sûriyeyê pêk tê. Bi armanca nîqaşkirina metodên nêzbûna nêrînan û ji wê jî zêdetir a nîqaşkirina projeya Rêveberiya Xweser û qanûna Rêveberiya Herêmî di destûra Sûriyê de, ev civîn hatiye lidarxistin.

Di civînê de endamê Meclisa Giştî yê PYD’ê Salih Mislim, endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Cozêf Lehdo, serokê Partiya Çepgir a Kurd Mihemed Mûsa, endamê Partiya El-Wehdê Mistefa Meşayêx û endamê Têkiliyên Giştî Ebid El-Îlah Erebo, bûn.

Ji aliyê dîtir ve jî, Sekreterê Giştî yê Partiya El-Şeib (Gel) Şêx Newaf El-Mulhim, Sekretera Giştî ya Paretiya Ciwanan a Avakirin û Guhratinê Perwîn Îbrahîm, Sekreterê Giştî yê Partiya Tedamun Mihemed Ebû Qasim, Koordînatê Komîteya Çavdêriya Diyaloga El-Wetenî ya partiya El-Basê Feysel Ezoz, Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Sûriyê ya Qewmî Tariq El-Ehmed, endamê Teyar a Texyîr a Silmî Fatih Camûs û endamê Meclisa El-Şeib û serokê Partiya El-Îslah Husên El-Raxib, beşdar bûn.