Hewldana DAÎŞ’iyan a revînê hate astengkirin

Hewldana revîna komeke DAÎŞ’ê ya ji girtîgeheke ya Dêrikê ji aliyê Hêzên Sûriye ya Demokratîk (QSD) ve hat astengkirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, çeteyên DAÎŞ’ê roja Înê hewl dabûn ji girtîgeheke ya Dêrikê birevin. Hewldana revînê ji aliyê QSD’ê ve hate astengkirin.

Di dema hewldana revînê de hêzên koalîsyonê ji destek da hêzên QSD’ê.

Li ser mijarê Berpirsê Têkiliyên Giştî yên QSD’ê Rêdûr Xelîl, agahî da û diyar kir ku roja Înê di saetên şevê de dema ku xwestin li girtîgehê tevlîheviyê bikin û hewl dan birevin. Ev hewldan di ji aliyê QSD’ê ve di nava çend saetan de hate kontrolkirin.

Xelîl ragihand ku di vê hewldanê de tu kes nekariye bireve.

Xelîl destnîşan kir ku di dema vê bûyerê de hêzên koalîsyonê jî ji esmanan ve alîkarî kiriye.

Xelîl bal kişand ser xeteriya çeteyên DAÎŞ’ê û ev tişt ragihand: “Me berê jî diyar kiribû kur ev kes terorîst, kujer û xeternak in. Bi vê boneyê carekî din bang li hêzên navneteweyî dikin. Ev girtî, ne tenê ji bo Rojava û Bakûrê Sûriyeyê ji bo hemû cîhanê xeter in. Divê çareyek ji vê re bê dayîn. Ji bo vê banga avakirina dadgeheke naventeweyî diki.”

Berdevkê koalîsyonê ya navneteweyî Albay Scott Rawlîngson daxuyaniyek da û diyar kir ku hêzên QSD’ê li Dêrikê rewş bi aştiyene çareser kiriye û wan jî di dema bûyerê de desteka hewayî dayîne.