Hewldana çeteyan a bi dizî ketina El-Derdare ya Til Temirê hate valaderxistin
Çavkaniyên Leşkerî ragihandin ku koma çete xwest bi dizî bikeve gundê El-Derdare ya Til Temirê vala derket, di encama teqîna mayînê de bi kuştî û birîndarên xwe reviyan.
Çavkaniyên Leşkerî ragihandin ku koma çete xwest bi dizî bikeve gundê El-Derdare ya Til Temirê vala derket, di encama teqîna mayînê de bi kuştî û birîndarên xwe reviyan.
Çavkaniyên leşkerî ragihandin ku komeke çeteyên dewleta Tirk di saet derdorê 13:00`an piştî nîvro de hewl dan gundikek ku di navbera gundê El-Derdare ya li bakur rojavayê Til Temirê û nuqteya Çêlekan de ye ku hêzên Rûsya lê bi cih dibin, dagir bikin.
Di dema hewldana çeteyan de mayînek bi wan ve teqiya. Çavkaniyên leşkerî piştrast kirin ku di encamê de 3 çete hatine kuştin û hejmareke din birîndar bûne.
Piştî hewldana çeteyan a binkeftî, hêzên Rûsya wekî navbeykar destwerdan kirin da ku rê bidin dagirkeriya Tirk ku cenazeyên çeteyên xwe ji herêmê bibe.
Piştî ku artêşa Tirk a dagirker cenazeyên her sê çeteyan birin, gundê El-Derdare yê li bakur rojavayê Til Temirê li ser rêya navçeya Zirganê û derdorê baregeha Rûsyayê topbaran kir.