Hevşaredarê Teyana ya Dêra Zorê hate kuştin
Li Dêra Zorê 4 kesên bi maske êrîşî Şaredariya Bajarokê Teyana kirin û hevşaredar kuştin.
Li Dêra Zorê 4 kesên bi maske êrîşî Şaredariya Bajarokê Teyana kirin û hevşaredar kuştin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, 4 êrîşkarên bi masek, bi çekan êrîşî avahiya Şaredariya Bajarokê Teyana kirin.
Çavkaniyan ragihand ku êrîşkarna 4 gule li serê Hevşaredarê Teyanê Sekat Ebû Eymen dane û kuştin. Hate ragihandin ku ev yek jî li ber çavên xebatkarên şeredariyê pêk hatiye.
Piştî bûyerê êrîşkar reviyane.