‘Hevpeymana Civakî mafên hemû pêkhateyan misoger dike‘

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gabrîêl Şamûn diyar kir ku Hevpeymana Civakî mafên hemû pêkhateyan misoger dike û got:“Daxwaz û xeyalên gelê Sûriyeyê yên ji bo jiyaneke bi rûmet û azad temsîl dike.

Desteya Hevserokatiya Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser û nûnerên meclîsên zagonsaz ên ji heft herêman pêk dihat di 12’ê Kanûnê de ji bo Hevpeymana Civakî li hev civiyan. Di encama civînê de 134 xalên Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin erêkirin.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gabrîêl Şamûn têkildarî Hevpeymana Civakî ji ANF’ê ra axivî. Şamûn anî ziman ku Hevpeymana Civakî bingehek demokratîk ku ji îradeya gel pêk tê, ava kir û got: “Hemû komên ku nûnertiya civakan dikin, kom û pêkhateyên siyasî, ciwan, jin û hemû hêzên civakî beşdarî peymana civakî bûn.

Di nava çend mehan de bi rêya komîteya berfireh a ku hemû beşên civakê temsîl dike bi gel, saziyên sivîl, komîn û partiyan re civîn hatin lidarxistin û pêşniyar hatin kirin ku biryara Hevpeymana Civakî pêşkêşî komîteya giştî bê kirin. Paşê di rûniştinê de heta ku hate erêkirin niqaşên berfireh hatin kirin.”

‘HEVPEYMANA CIVAKÎ DEMOKRASIYA RASTEQÎN E‘

Şamûn da zanîn ku Hevpeymana Civakî ku ji bo hemû pêkhate, gelên herêmê xewnek e û got ku îradeya hemû pêkhateyan temsîl dike û wiha pê de çû: “Ji aliyê Desteya Giştî ya ku nûnertiya Parlamentoya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hate qebûlkirin. Hevpeymana Civakî mafên hemû pêkhateyan misoger dike. Daxwaz û xeyalên gelê Sûriyeyê yên ji bo jiyaneke bi rûmet û azad temsîl dike. Ev pêngav ji bo hemû gelên Sûriyeyê û ji bo paşeroja Sûriyeyê destkefteke demokrasiya rasteqîne. Piştî wêranî û şerên ku Sûriyeyê pê re rû bi rû ma, îro em dibînin ku kesên li Sûriyeyê pêşerojeke demokratîk a rast diafirîne.”

‘MECLÎS NÛNERTIYA BIRYARÊN CIVAKÊ DIKE’

Şamûn, xalên girîng ên Hevpeymana Civakî wiha rêz kir: “Prensîbên pêkhateyan, demokrasî û mafên mirovan e û li ser têgeha meclîsên gel jî rawestiya. Divê meclîseke ku hemû deste têde cih bigire û nûnertiya biryarên civakê bike. Her wiha di stratejiya Meclîsa Rêveber a her parêzgehekê de meclîsên dadwerî û dadgeha dadmendiya civakî de cih digirin. Dadgeh wê li ser mijarên ku Peymana Civakî berovajî dike û prensîbên wê binpê dike biryarê bide.”